Encamnameya civîna Lijneya KCD'ê hat xwendin
18:31
JINHA
AMED - Encamnameya Civîna Lijneya KCD'ê ya duh li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê despêkir û îor jî ji çapemeniyê re girtî dewam kir diyar bû.
Lijneya Gişti ya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê di 27-28'ê hezîrana 2015'an de li Amedê civîna xwe pêk anîn. Encamnameya Civîna Lijneya Giştiya 3 mehan hat xwendin. Hevserokên HDP'ê Hatîp Dicle, Selma Irmak, siyasetmendarên HDP û DBP'ê li gel 501 delegeyan tevlî civîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ku tevahiya rojê ji çapemeniyê re girtî domkirî bûn. Encamnameya kurdî Parlementera berê ya Qersê Mulkiye Birtane ya tirkî jî Parementerê HDP'ê yê Sêrtê Kadri Yildirim xwend. Di encamnameya civînê de geşedanên li cîhanê û Rojava, hilbijartinên 7'ê hezîrana 2015'an û encamên pêvajoya aştî û çareseriyê hatin nirxandin û wiha hat gotin: "Ji ber ku civîn di arifeya 29'ê hezîranê salvegera şehadeta Şêx Seîd de hatiye pêkanîn, watedar e. Bi vê wesîleyê em wî bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin."
Di encamnameyê de van xalan cîh girtin:
"Serkeftina hêzên rizgarker yên Rojava li Girê Spî û 'Eyn Îsa piştî rizgarkirina Kobanê ji aliye gelên Rojava, Rojhilata Navîn û hêzên demokratik ên cîhanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Bingeha model û hevpeymaniya Rojava li ser biratî û wekheviya gelan û baweriyan hatiye danîn. Di vê çarçoveyê de Hêzên ku bi DAIŞê re hevkarî û tevkariyê dikin û naxwazin li Rojhilata Navîn ev model bibe mînak û bi ser bikeve, bi destê DAIŞê li hemberî gelê kurd û gelên din ên Rojava, bi taybetî li Kobanê komkujiyan pêk tînin. Divê bê zanîn ku ev komkujî û barbarizm di heman demê de komkujî û barbarîzma li dijî mirovahyê ne. Bedel çi dibe bila bibe, em destûr nadin ku sekeftinên Rojava ji holê bên rakirin."
'Emê desturê nedin deskeftiyên Rojava ji holê bên rakirin'
Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û wiha hat gotin: "Bi saya yekîtiya gelê kurd û hêzên demokratik ên Tirkiyeyê di hilbijartina giştî ya hezîrana 2015'an de bendav hat hilweşandin û bi hilbijartina 80 palamenterî ji lîsteya HDP'ê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vebû û di bin navê "pergala serokatiyê" de rê li ber dîktatoriyê hat girtin. Di vê çarçoveyê de em ji hemî aliyên ku keda wan di vê serkeftinê de derbas bûye re spasiyên xwe pêşkêş dikin. Gelê me li hemberî hemî provakasyonên Dewletê û AKP'ê xwînsariya xwe parast û bi bedelên giran be jî ev provakasyon pûç derxistin. Encama vê hilbijartinê di warê pêvajoya aştî î çarseriyê de destên HDP'ê bihêztir kir. Ev encam li ser partiyan damezirandina koalîsyonek hevsaz a ku pêvajoya aştî û çareseriyê esas bigire û makezagoneke demokratik amade bike, ferz dike. Digel ku ev demeke dirêj e AKP pêvajoya aştî û çareseriyê tîne ziman jî, di vî warî de heta niha gavên berbiçav nehavêtine; dest bi muzakereyên fermî nekiriye; der bareyê amadekirina makezagoneke demoratîk de gav nehavêtine û tecrîda li ser mîmarê vê pêvajoyê girantir kiriye. Israrkirina di vê tecrîdê de pêşiya pêvajoyê dixitimîne. Tabloya nû ya ku hilbijartina 2015'an derxistiye holê û geşedanên li Rojava pêvajoyeke nû ferz dikin."
Di nirxandina civîna du rojan de ev biriyar hatin girtin:
"*Em komkujiya Kobanê ya dawîn û êrişên Tûnis, Kuweyt û Fransayê ku DIŞê pêk anîne bi tundî şermezar dikin.
*Îro li dijî gelê kurd bi hevkariya dijminên mirovahiyê şerekî qirêj, bêexlaq û bêhiqûq tê meşandin û komkujî derdikevin holê. Li hemberî vî şerî em bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratik dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih. Em bang li Saziya Neteweyên Hevgirtî jî dikin ku sûcdarên vî şer û komkujiyê sewqî Dadgehên Şer ên Navneteweyî bike.
*Ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan a neteweyî KCD amade ye ku bi hemî aliyên têkildar re hevdîtin û xebatan bike.
*Em bang li gelê kurd dikin ku li hemberî barbarîzma DAIŞê bi rihê seferberiyê hereket bike û li serkeftinên Rojava û Şengalê xwedî derkeve.
*Ji bo ku pêvajoya aştî û çareseriyê bigihîje amanca xwe divê mîmarê vê pêvajoyê Rêberê gelê kurd birêz Ocalan gaveke zûtir bigihîje azadiya xwe."
(zt)