Jinên Ereb bi hişmendiya jiyana nû xwe bi rêxistin dikin
09:21
Zêrîn Kurtay-Rûksan Efrîn/JINHA
QAMİŞLO - Li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina xebatên înşakirina xweseriya demokratîk re, jinên Ereb jî di sîwana Destaya Jin de xwe bi rêxistin dikin û xebatên xwe bi rê ve dibin. Endama heyeta jinên Ereb Meye Ehmet Hemod derbarê xebatên xwe de agahî da û got: "Em wek jinên Ereb dixwezin di bin sîwana xweseriya demokratîk de cih bigrin û nûnertiya nasnameyê xwe bikin."
Jinên Ereb li hemû bajarên Rojava di bin sîwana xwesariya demokratîk de xwe bi rêxistin dikin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re li hemû bajaran xebatên perwerdehiya jinan hatin destpêkirin. Bi taybet jinên Ereb eleqeyek mezin li hember vê xebatê dide nîşandan. Bi pêşketina hişmendiya demokratîk re êdî jin kevneşopiyên civaka desthilatdar napejrîne û li hember vê yekê cihê xwe di nava sazî û xebatên xweser de digrin û têkoşîna guhertina civakê didin. Jinên Ereb ji bo xebatên xwe yên rêxistinî bi rê ve bibin û nûnertiya jinên Ereb bikin xebat didin meşandin. Endama heyeta jinên Ereb Meye Ehmet Hemod derbarê jinên Ereb de agahî da û got: "Em wek jinên Ereb tu carî nebûne xwedî maf û erk. Lê belê piştî şoreşa Rojava dest pê kir û xebatên jin ên xweser hatin pêşxistin, lêgerînê me derbarê naskirina dîrok û xwe rêxistin kirinê zêde bû."
'Rêxistinbûyinn ji bo hemû jinan girîng e'
Meye behsa rêxistinbûyina jinan kir û wiha pê de çû: "Jin bi rêxistinbûyinê dikare têkoşînê li hember pergala desthiladariyê bide meşandin û xwe hêzdar bike. Rêxistinbûyin ji bo hemû jinan girîng e. Piştî ku ez tevî xebatên rêxistinbûyinê bûm, ez bêhtir hişyar bûm û lêgerîna min a pêşketinê zêde bû. Ji ber ku civaka Ereban civakek girtî û feodale, jin bê zanabûn tê hîştin û tune tê hesibandin. Ji ber vê yekê jinên Ereb wek jinên Kurd ne xwedî tecrûbeyên rêxistinî ne. Em jî hewldidin ku sazî û rêvebirên xwe yên xweser berfireh bikin. Heyeta jinên Ereb di sala 2011'an de hat avakirin. Ji ber bandora civakê a li ser jin xebat zêde aktîf nebû. Lê belê piştî sala 2013'an de bi destpêkirina xebatên perwerdehiyê gelek pêşketin çêbûn û xebat rastî eleqeyek mezin tê."
'Zehmetî nabin astengî li pêşiya azadiya jinê'
Meye derbarê xebatên heyetê jinên Ereb de jî agahî dan û got: "Em wek heyeta jinên Ereb xwe perwerde dikin û beşdarî hemû xebatên rêxistinkirinê dibin. Wek heyet ji bo ku em xwe bighînin hemû jinên Ereb em diçin gundan. Em rastî gelek pirsgirêkên jinan tên. Lê belê tu zehmetî nabin asteng li pêşiya azadiya jinê. Ji ber vê yekê pêwîste hemû jin cihê xwe di xebatên rêxistinî û saziyên civakî de bigre. Ji bo ku jin bi aweyek baş pêşengtiya civaka demokratîk bike pêdivî bi xwe pêşxistinê heye ew jî esas girtina rêxistinbûyinê ye û derbarê vê yekê de projeyên me yên perwedê wê bidome."
'Jin di her warî de berpirsyare'
Endama heyeta jinên Ereb Mero Cemal jî nirxandin kir û got: "Divê jin hîn zêdetir rol bigre ser milên xwe û xebat bike. Dê têkoşîna me li hember pergela heyî bidome û em êrîş û tundiya ku li hember jin pêk tên şermezar dikin. Ji bo ku dawî li tundiya jin bê pêwîste hemû jin di bin sîwana xweseriya demokratîk de cih bigrin."
(rc/ch)