'Zîlan rêya xwedawendiyê derxist holê'

10:22

Beritan Canözer - Tekoşin Tekin / JINHA

AMED - Berî niha 19 salan Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dêrsimê çalakiya fedayî kiribû, bi wê çalakiya xwe bûye sembola tekoşîn û berxwedana jinên Kurd. Hevala Zîlan û xizma wê Endama KJA yê Elif Kaya got: "Zîlan derxist holê ku jiyanek azad ji bo jinan gengaze. Zîlan ji bo jinan rêya xwedawendiyê derxist holê."

Gerilaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30'ê Pûşber a sala 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaî lidarxist. Hevala Zîlan ya zarokatiyê û xizma wê Endama Desteya Rêveberiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê Elif Kaya diyar kir ku Zîlan encama ked, serkeftin û wateya lêgerînê ye û wiha domand: "Ji bo wê rawestan nebû. Ev ji zaroktiya wê tê. Zîlan her dem di nava lêgerînên nû de bû. Di dawiyê de ew ji bo jinên Kurd û hemû gelan bû sembola azadiyê. Wê di nava şertên dorpêçkirî de têkoşîn dikir. Bi tecrubeyên xwe yên jiyanê bê tekoşîn nabe hînî me kir."

'Nakokiyên zayendî û mezhebî jiyan dikir'

Elif destnîşan kir ku Zîlan zaroka malbatek navîn ya Meletiye ye, piştî windakirina bavê xwe hinek berpirsiyariyên malê digirt ser milê xwe û wiha berdewam kir: "Li gel di nava malê de birayên Zîlanê yên ji wê mezintir jî hebûn, lê cardin jî wê berpirsiyariya malê dida ser milê xwe. Him dixebitî debara malbata xwe dikir, him jî perwerdeya xwe didomand. Hevalek xwedî berpirsiyarî bû. Ez dikarim bêjim ku pir ne xwedî şansek yê zarokatiya xwe jiyankirinê bû. Xwediyê seknek ya peywira diket ser milê wê li gorî dihat xwestin bîne cîh bû. Ji derveyî navenda ku tê de jiyan dikir du nakokiyên ku heval Zîlan pê re jiyan dikir hebû. Yek jê mezhebê ku di navê de jiyan dikir bi kurahî bandor dikir. Ya dinê jî nakokiya zayendî bû. Di temenê biçuk de bi van nakokiyan re ru bi ru ma. Ev nakokî ji bo hevala Zîlan bûn sedema lêgerê û ji bo wê rê nîşandan. Zîlan biçukiya xwe de di dibistana seretayî bû birayê wê jin revand di ber de xwişka wê jî wek berdêl dan. Ev ji bo wê û malbatê rewşek gelek bi êş bû. Li aliyekê birayê wê bi vîna xwe jin revandiye, li aliyê dinê neçariya xwişka wê kirina berdêl bû. Girêdayî vê dem dem nîqaşê min û Zîlan çêbûn."

'Me li ser nasnameya jinê nirxandin dikirin'

Elif bi lêv kir ku wê û Zîlan li heman gundî hev naskirin, ew hevalên hev yên zarokatiyê ne û wiha berdewam kir: "Em li gundbûn Zîlan jî li bajêr. Diema havîn dibû em dihatin gel hev. Ji ber zivistanê diçu dibistanê me pir hev du nedidît. Dema ku ber bi ciwaniyê diçu bi nêrînên siyasî re hev naskirin yan jî raperîna despêkê ya li hember malbatê em dibêjin, paşê parvekirinên me zêdetir çêbûn. Di be ku tiştên despêkê me par dikirin pirsgirêkên ji ber nasnameya me ya jinbûnê bûn. Ew dem pêvajoyek ya mirov her tiştî red dikir, lê me dê çî li cihê wê danîbana, me pir nedizanî. Di mijarên tiştên em red dikin, emê di cihê wê de çî danin dem dem nîqaşên me çêbûn. Di salên dawiya lîsê de nêrîna çepgiriyê zêdebû û zêdetir me pirtûkên aliyê çepgiriyê xwendin. Bi bandorbûna tevgera azadiyê re zêdetir naskirina pergalê, bi awayek lêpirsîna bi kokê lêgerînên me derketin pêş. Di wê demê de ji hevaltiyê zêdetir nêzîkatiyên me veguherîn rêhevaltiyê. Bi Zîlan re me gelek tişt par kirin, hemû jî li ser ew çembera hatî çêkirin emê çawan derbasbikin bûn. Wate dayîn û tekoşîn kirina Zîlan gelek bi hêz bû. Hevalek ya herî zêde mirov di aliyê kar xistina meriyetê de bawerî pê dianî."

'Li heber pergalê nepejirandinên wê hebûn'

Elif anî ziman ku her dem Zîlan di nava lêgerînê de bû, di nava wê lêgerînê de her dem nîqaşên wan çêbûn û wiha dom kir: "Di nava jiyanê de her dem digot: 'Ma dê her dem bedelê kêmaniyên mêr di nava jiyanê de dikin jin bidin?' Di pirsa wê de lêgerîn heye. Lêgera wê ya dinê di aliyê mezhebî debû. Di nava civaka elewiyan de sazumaniyek ya hev parastinê pêşketiye. Ev ji dibe sedem ku ji derve re girtîbe û li pêşiya vekirinên ji derve re bibe asteng. Zîlan bi vê re jî gelek tekoşîn kir. Dibe ku di dema dibistanê de ji ber temenê biçuk têgihiştin û watedayîna van zor be. Herî kêm ew red dikir û weke heyî ne dipejirand. Eleqeyek wê mezin li hember xwendinê hebû. Gelek kilasîk dixwend dem dem nîqaşên me ser van çêdibûn. Pirtûkên ser sosyalîzmê jî dixwend. Dibe ku ji ber ji nava malbatek elewî dihat bû herî zêde xwe nêzî sosyalîzêm didît. Hemû pirtûkên dixwend û lêkolînên dikir girêdayî wêbûn. Di heman demê de lêpirsîna nasnamê jî dikir. Dibe ku li hember pergalê bi giştî lêpirsînek bi kok nedabe despêkirin, lê aliyên ne dipejirand û li hember derdiket pir bûn."

'Ji bo mirovan navnîşanek ya çareseriyê bû'

Elif destnîşan kir ku Zîlan gelek ji gundê xwe û xwezayê hez dikir, di aliyê têkiliyê bi mirovan re jî xwediyê hêzek mezin bû û wiha domand: "Ji mezinan heya zarokan têkiliyên wê bi her kesî re hebûn. Zîlan gelek li pirsgirêkên mirovan guhdarî dikir û ji bo wan navnîşanek ya çareseriyê bû. Heskirina wê ya di nexweşxanê de xebatê bandora van têkiliyên wê yên bi mirovan re bû. Dema ku pirsgirêkek mezin bihata ber destê wê nekariya çareser bike, cardin pê re mijul dibû û ji bo çareseriyê kesên zaniba wê çareser bike ew pirsgirêk dida wan kesan. Dema ku Lîseya Pîşeyiya Haydarpaşa qedand di heman salê de zanîngeh qezenc kir û çû beşa Derûniyê xwend. Piştî mewzuniyetê peyîwira xwe ya despêkê li navçeya Bêrecuk ya Rihayê kir. Du mehan xebat kir. Piştî xebata du mehan ji ber xwendina dibistanê neçar ma qeyîda xwe vegerîne Nexweşxana Dewletê ya Meletî. Bi şev di nobetê de dima bi roj jî diçu dibistanê. Hewldida xwe bigihîne her tiştî."

'Di navendek rêxistinî de PKK nas kir'

Elif axaftinên xwe wiha berdewam kir: "Xwe weke çepgîr dida nasîn, lê ti têkiliya wê bi tu partiyan re nebû. Di navendek rêxistinkirî de PKK nas kir. Ev jî rastî salên wê yên zanîngehê hat. Di zanîngehê de tekoşîna xwe ya netewî bi rêya çapemeniyê dida nîşandan. Ji ber wê jî ji xwe helwestên wê yên aliyên tekoşîna netewiya Kurdan li pêş bû. Bandorên têkoşînê didan derve li ser wê zêde bandor dikir. Di dema xwendekariyê de têkoşîna azadiya Kurdan nas kir, piştî salekê biryara tevlîbûnê da. Despêkê li Edeneyê beşdar bû. Nêzî salekê di nava xebatên rêxistina gel de cîh girt. Di wê pêvajoyê de deşifre bû û dê hatibana girtin, ji ber wê li Dêrsimê derket çiyê. Di nameya bi xwe nivisiye de em vê têdigihin. Ev pêvajo bi salekê destpênekiriye, demdirêj berdewam kiriye û di navê de diherikî. Di nameya xwe de gotina: 'Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate.' Du caran dubare kiriye. Ev di heman demê de cewhera jiyana wê ye."

'Dê jin çawan bigihe xudawendiyê derxist holê'

Elif balkişand ser biriyarbûna Zîlan û wiha got: "Cihê ku dixwest bigihijê xwe gihandê. Di rastiya wê de bû ku xala gihiştiyê ji bo jinan ne xala dawiyê ye, hîn zêdetir dikarin pêş de biçin. Bi çalakî, sekn û nameya li peyî xwe hiştiye ji bo me gelek peyam hildigre. Ji bo jinan gengazbûna jiyanek azad daniye holê. Dema ku ji bo jinan têkoşîn bê kirin, dê jin çiqasî bi hêz bibin nîşan da. Dê jin çawa xwe bigihînin xudawendiyê derxist holê. Di heman demê de ji bo gelên tên perçiqandin jî peyamek wê hebû. Derxist holê ku perçiqandin ne qedera gelane, gel dikarin bi têkoşînê wê qederê bidin guhertin da nîşandan. Em dikarin bêjin ji bo gelan peyamên gerdunî hiştiye. Dê jiyanek azad çawa bê bidestxistin ji bo me peyamên giring daye."

'Her jin xeyalên xwe yên azadiyê di cewhera Zîlan de dibîne'

Elif da zanîn ku ti jin nemaye Zîlan jiyana wan bandor nekirî, şop nehêlayî, ji ber wê jî her jin xeyalên xwe yên azadiyê di cewherê Zîlan de dibînin û wiha berdewam kir: "Em ê vê ji ku bizanin, dema ku em li peyî çalakiya Zîlan li îstatîstîkên çend zarokên keç yên navê wan Zîlan hatine dinê binêrin em ê bibînin. Di her malekê de teqez Zîlanek heye. Her jin dema ku navê zaroka xwe dike Zîlan rê, têkoşîn û biriyarbûna wê di zaroka xwe de şênber dike. Piştî Zîlan di jiyana her jinekê de gelek tişt hat guhertin. Dema ku bedena xwe parçe kir baweriyek ya jin dikare her tiştî bike da nîşandan. Dema ku em li tecrubeyên xwe yên têkoşîna jinê jî binêrin piştî Zîlan tevlîbûn û rêxistinek mezin çêbûye."

'Bi hezaran Zîlan hatin dinê'

Elif anî ziman ku Zîlan ji bo sembolbûna jinên Kurd rolek giring girtiye û wiha dom kir: "Dema ku em li pêvajoya piştî Zîlan binêrin tê dîtin ku di eniya gerila, herêmên têkoşînê û qadên siyasî de bi hezaran Zîlan hatine dinê. Weke berê Zîlan heyî, paşê jî hati jiyîn. Weke çemekê jiyana jina azad ya diherike bi Zîlan gihiştiye zîrveyê. Em bandora Zîlan ya li ser têkoşînê bi vî awayî dibînin. Zîlan ji bo yên li pey xwe rê û rêbazek gelek giring pêşkêş kiriye. Wê rê û rêbazek çawa bê berdewam kirin Zîlan hem bi çalakiya xwe û hem jî bi nameya li pey xwe hiştiye nîşan daye."

(zt/ch)