'Jin bi aweyek xweser bên ba hev bi wate ye'
10:34
Dîlan Karamanoglu / JINHA
STENBOL - Kolektîfa Femînîstên a Stenbolê Fîlîz Karakuş biryara Komên Jinên HDP'ê ya Meclîsê nirxand û balkişand ku ev biryarek girînge û got: "Ez biryarê Jinên HDP'ê ya Meclîsê ku dibêjin em xweser bicivin, pirsgirêk û bûyerên ku jin dijîn nîqaşên cûda bikin û bi hev re biçin biryarê pir di cih de û bi wate dibînim. Ev hemû tişt berî partiyan wê bi pêşgirtina jinan gengaz be."
Ji Kolektîfa Femînîstên Stenbolê (İFK) Fîlîz Karakuş derbarê biryara avakirina komek taybeta a jinên parlementoyê yên HDP'ê nirxand. Fîlîz da zanîn ku sedema tundî û stembariya li ser jin bingeha xwe ji desthilatdariya mêr digre û wiha got: "Bingeha cînayetên ku li hember jinan pêk tên ji pergala desthiladariya mêr e. Ji ber vê yekê pêdivî bi rêxistin bûyina jinan heye."
'Ez biryarê di cih de û bi wate dibînim'
Fîlîz anî ziman ku jin di nava civakê de di rêza dûyem de tên girtin û wiha pê de çû: "Jinên ku cihê xwe di nava Meclîsê de digrin ji kîjan partiyê dibe bila bibe ferq nake zehmetiyên cûde dijîn. Ji zaroktiyên xwe, heya pêvajoya parlementeriyê rastî gelek pirsgirêkan hatine û encama newekheviya di naveberê her dû zayendan de dîtine. Ya din jî ez biryara jinên meclîsê ya ji partiyên xwe ên siyasî cûdatir bi aweyek xweser hatina ba hev bi wate dibînim." Fîlîz derbarê biryarên jinên HDP'ê ya avakirina Komên Jin a di nava Meclîsê de wiha vegot: "Ez biryarê Jinên HDP'ê ya Meclîsê ku dibêjin em xweser bicivin, pirsgirêk û bûyerên ku jin dijîn cûda nîqaş bikin û bi hev re biçin biryarê pir di cih de û bi wate dibînim."
'Pêwîste komîsyona wekheviya jin û mêr bê avakirin'
Fîlîz da zanîn ku pêwîste Wezareta Jin bê avakirin û wiha domkir: "Îro pirsgirêk û cînayetên ku li hember jinan pêk tên bi serê xwe pirsgirêkek mezine û pêwîste li ser bê rawestandin. Jin ji bo avakirina Wezareta Jin pêwîste li hev bên. Li meclîsê pêwîste komîsyona wekheviya jin û mêr bê avakirin." Fîlîz anî ziman ku pêwîste komîsyonek daîmî ango komek ya xebatê ji bo pêşî li şîdetê bê girtin were avakirin û got: "Ji bo bûtçeyek zayendî dikarin bi awayek hevpar tevbigerin û ev hemû tişt berî partiyan bi pêşgirtina jinan wê gengaz be. Ji ber vê yekê avabûna Komên Jin ez bi wate dibînim."
(rc/ch)