Huda Kaya: Ger şer dest pê bike, AKP di dadgehên navnetewî de bê darizandin

11:43

Zehra Dogan-Nurcan Yalçın/JINHA


RIHA - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bertek nîşanî gotinên Serokomar ên "Çi dibe bila bibe em desturê nadin sazumaniya Kurdan" da û got: "Ev êdî rewşa aqilavêtinê ye." Huda diyar kir ku dema rewşek ya şer bê jiyîn AKP bi sucdariya terorê re hevkariyê bike dê di dadgehên navnetewî de bê darezandin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nava Kobanê kirin, piştî operasonên YPG/YPJ'ê bajar ji çeteyan hat paqijkirin. Piştî bûyerên li Kobanê hatin jiyîn parlementerên HDP'ê li ser sînor lêkolîn dan dest pê kirin. Parlementera HDP'ê Huda Kaya ya di nava koma lêkolîna ser sînor de cîh girtî di derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û polîtîkaya AKP'ê de nirxandin kir. Huda balkişand ser gotinên Serokomar ên weke "Çî dibe bila bibe em desturê nadin sazumaniya Kurdan" û wiha axivî: "Ev gotin meydan xwendin û banga şer e. Gotinên Serokomerekê yên bi vî rengî di welatê xwe de 70 miliyon mirov ber bi şer ve kişandin e."

' Hemû cîhan dizane ku DAIŞ ji alî Tirkiyê ketiye Kobanê'

Huda wiha berdewam kir: "Bi destê DAIŞ'ê bi gel ev dana jiyandin amadekariyên şer in." Huda destnîşan kir ku AKP ne rêxistina terorê ya bi hezaran mirovan qetil dikin e, jinan di bazaran de difiroşin, reşkirina YPG'ê û gotin avêtina wê daxwaza mudaxeleya Suriyê kirinê aşkire dike. Huda anî ziman ku hemû cîhan şahidê wê ne ku DAIŞ ji aliyê Tirkiyê de ketiye Kobanê, bang li AKP'ê kir û wiha got: "Mirovên ji 85 welatan hatin Turkmen, Ereb, Kurd, Êzidî, Suriyanî qetil kirin û hemû sazumaniya demografik ya herêmê guherandin wijdanên we ne êşandin, lê dema ku Tel Abyad ji destê we çu we qiyamet rakir."

'Dema ku ev qirkirin li Gazze bûya dê Tirkiye rabûya ser lingan'

Huda bi lêv kir ku AKP dixwaze bi gotinên weke: "Rêveberiya Kurdan ava bibe dê sazumaniya demografîk bê guhertin" dixwaze raya giştî bide avakirin û wiha dom kir: "Dema ku bi berbandê re li Gazze, Îsraîlê malbatek bi fuzeyê tûne bikira, Tirkiye niha daketibûn kolanan. Li Kobanê ne tenê malbatek bi hezaran malbat bi awayê hovane hatin qetilkirin. Werin mirovên li vê de rê bibînin û kî zalime bibêjin. Rastiya gel û di vê roja pîroz de çawan îbadet dikin bibînin. Werin ji gel û îbadetê re şahidiyê bikin."

'Dê di dadgehên navnetewî de bê darezandin'

Huda anî ziman ku bi hezaran belgeyên Tirkiye ya hevkariya terorîzmê dike û alîkariya madî dide wan derketine holê û wiha pê de çu: "Ev rewş êdî rewşa dawiya harbûnê, şaşwazbûn û zilmê ye. Di destê me de gelek belgeyên ku alîkariya terorê dike heye. Hemû kes dê bibînin ku ew ji hevkariya sucê şer û darezandina di dadgehên navnetewî de dê nikaribe rizgar bibe."

(zt/ch)