KJA: Em soza girêdayina bi bîranîna Zîlan re didin

12:23

JINHA

AMED - KJA yê bi daxuyaniyekê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî û got: "Em soza girêdana bi bîranîna wê re didin."

Kongreya Jinên Azad (KJA) Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku di 30'ê Pûşberê di sala 1996'an de çalakiya fedayî kir û jiyana xwe ji dest dayî bi daxuyaniyek nivîskî bi bîr anî û wiha got: "Hevala Zîlan jina ku êş, azar, bêmafî û qirkirinên ser gelê Kurd dihatin meşandin bedel dayîna wan girtî ser milê xwe ye. Ew afirankara çanda xxwedawendan ya ku bi hezarî salan berê ji aliyê zilamên qurnaz ve hatî xistin e. Ew şopdar û hesabpirsa dîroka gelê Kurd ya bi xwînê ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Zîlan li hember tiştên ser gelê Kurd û jinan hatîn kişandin dengek e û wiha hate berdewam kirin:

"Di sala 95'an de tevlîbûna wê ya nava Tevgera Azadiyê dîtina pêşerojê bû. Ji bo li hember texrîbatên pergala desthilatiyê anîne serê gelê Kurd bi çalakiya xwe bibe dengek. Berxwedana jinên Kurd û tekoşîna wan ya azadiyê her dem ew bi kelecan dikir. Her dem pirsgirêkên jinan weke pirsgirêkên bingehîn yên civakê di anî ziman.

'Bû xwedawenda têkoşîna azadiya jinên Kurd'

Dîrok 30'ê Pûşber a sala 96 diyar dikir bi gotina 'Îdiaya min ya jiyanê gelek mezine, Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate.' Ji bo jinên Dêrsimê yên di zinaran de zarokên xwe yên bê can dihejandin, malên wan dihatin wêrankirin û di şikeftan de bi gazên jehrî dihatin qetilkirin, ciwan û pîrên Dêrsimê yên di semayê de bê can dihat hîştin,tekoşîna azadiya jinên Kurd tercîh kir. Di profîla azadiya jinê de bû fîgurek giring. Wê digot: 'Di rêya şehîdên me yên jin û berxwedêrên me yên mezin de meşîn hestek şerefê ye. Ji ber ku ez ê bibim xwediyê vê peywira bi şeref ez xwe gelek bi şans dibînim.' Bi van gotinên xwe di giyan û her hucreyê bedena xwe de tevgera azadiya jinê çiqas ji dil hîs dike û ji bo hemû jinan lêgerîna wê ya azadiyê di kîjan astê de ye bi me dide nîşandan.''

Jinên KJA di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: ''Em weke KJA di kesayeta hevala xwe Zeynep Kinaci (Zîlan) xwedawenda tekoşîna jina azad di 19'emîn salvegera şehadeta wê de bibîr tînin û careke din soza girêdana bîranîna wê didin."

(zt/ch)