PAJK: Dema Zîlanbûyin û bersivdayina terora mêran e
13:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordinasyona PAJK'ê, Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Filiz Yerlikaya bi bîranî û balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Rojava û got: "Dema Zîlanbûn û bersivdana terora mêran û terora dewletê ye."
Koordinasyona PAJK'ê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Filiz Yerlikaya daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Zeynep bi çalakiya xwe ya fedaî rêveçûna dîrokê ji bo jin û gelê Kurd guhertiye û got, "Dest li pêvajoyê werdaye, pêşketinên sed salî di nava çalakiyekê de bi cih kiriye. Bi kûrahî fêm kiriye ku êrîşa bombeyî ya 6'ê Gulana 96'an a li hemberî Rêbertiya me, di şexsê Rêbertiyê de li dijî jinan, jiyana azad a gelê me û têkoşîna me hatiye kirin û dest lê werdaye. Di mejiyê sîstema mêtîngeriyê de xwe teqandiye. Mêtîngerî ji binî ve hejandiye, şikandiye. Rêheval Zîlan bi jiyan û çalakiya xwe re manîfestoyek e. Mîna ku Rêbertiya me destnîşan kir, banga jiyana azad e. Pêvajoya ji Îştar heta Zîlan a ji hezaran salan, ku jin biçûk hatiye xistin, berovajî kiriye. Asta herî bilind a xwedawendiya jinên di rêya bilindbûnê de ye. Weke jinekê ji jiyîna bihara azadiya jinê ya rasteqîn a li Rojhilata Navîn re pêşengî kiri ye. Xeta Zîlan li gel serkeftina leşkerî, pêngaveke îdeolojîk e. Felsefeya jiyana nû ye. Ji bo jin û gelan bersiva mezin a li pirsa çawa were jiyîn, çawa bê şerkirin e. Lewma manîfesto ye."
'Zîlan îdeolojiya rizgariya jinê ye'
Koordînasyona PJAK'ê da zanîn ku rastiya Zîlan sekna milîtaniya pêşeng e ku nîşan dide vîn û nasnameya jinê ya bi hişmendiya azadiyê rêxistinbûyî dikare rêveçûna serberjêriyê bi çi rengî biqedîne û got, "Abîdeya hezkirina jiyanê ye ku ji bo wê dikare canê xwe bide. Ya ku pîvanên îdeolojiya me ya rizgariya jinê xistiye meriyetê ye. Bi şehadeta wê re di 98'an de îdeojiya me ya rizgariya jinê hatiye ragihandin. Xet û rêbaza fêmkirin û bicihanîna Rêber Apo ye. Bicihanîna wasiyeta rêheval Zîlan ji me re hiştiye, wê pêkanîna şoreşa jinê be."
'Pira jinê digihîne jiyana azad'
Koordînasyona PAJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku Sema sekneke biryardar a di têkoşîna xeta nava partiyê de ye û got, "Diyalektîka tevlîbûna rast a li rastiya Rêbertiyê, ji nû ve afirîneriya ji xweliyên xwe ye. Peymana meşa bi biryar a di rêya rêheval Zîlan de ye. Rêheval Sema di nameya xwe de diyar kiriye ku ew ê bibe şopdara rêheval Zîlan, ji îdeolojiya rizgariya jinê coşeke mezin werdigire. Destnîşan kiriye ku ew daxwaz û eşqa azadiyê, biryardariya têkoşînê ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bi bedena xwe mîna pirekê, bigihîne jin û gelê Kurd."
'Giyana Kobanê Giyana Zîlan e'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gulan-Fîlîz Yerlîkaya di sazîbûyîna xeta fedaîtî ya Zîlanan de rola pêşengiyê lîstiye û hat gotin, "Di fedaîbûn û milîtanbûyîna gelek hevrêyên me yên jin-mêr di xeta Apoyî de, ked û hewldaneke bêhempa nîşan daye. Ji ber vê yekê di 7'ê Pûşberê de bi taybetî hedef hatiye girtin. Asta îdeolojîk-siyasî û leşkerî ya milîtanên me yên bi vî rengî yên pêşeng, veguherîne xetekê, çand û exlaqê û bûne şênberiya pîvanên me yên milîtaniyê. Ruh û hişmendiya fedaîtiyê îro li Kurdistanê veguheriye rastiya jin û gelê me. Rastiya gelekî şer dike hatiye afirandin. Mîna ku li Rojava tê dîtin rastiya gel û jineke ku li dijî her şêwe êrîşên qirkirinê yên hov, li ber xwe dide, hatiye afirandin. Li ser vê bingehê ya li Rojava bi ser ketiye, serketina vînê ye. Rê li ber zanebûneke civakî, rêxistinbûyîna parastina xwe vekiriye. Weke şopdarên vê xetê Binevş, Arîn Mîrxan, Revan, Zîlan Pepûle, Kawande afirîne.
Weke hevrêyên nirxên me yên esîl ên bilind, em careke din peymana serketinê ya bi şehîdên xwe re weke jin, weke gel, weke milîtanan, dubare dikin. Jiyîna bi pîvanên îdeolojiya me ya rizgariya jinê, bi şerkirina bi vîna Kobanê, bi serketina bi ruhê serketinê yê Kobanê dibe. Vîn û ruhê Kobanê, ruhê Zîlan e, vîna Zîlan e, xeta Zîlan e. Li ser vê bingehê wezîfeya me ye ku em Rêbertiya xwe, jinan azad bikin û sîstema konfederal a demokratîk a gelên me ava bikin û biparêzin. Kobanê ji bo gelê Kurd, Kurdistanê, jinan û Rojhilata Navîn sembola berxwedanê ya sedsala 21'an e, keleha wê ye. Rastiya Kobanê rastiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Pêwîste gelê me bi vê têgihiştinê jiyana xwe bi rêxistin bike. Ev yek ne tenê rewşeke li Kobanê, li Rojava diqewime ye. Hewldanên komkujiyê yên berî û piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê, provovaya komkujiyên nû ye.
Banga li hember qirkirina nijadî pêşdebirina parastina rewa
Dewleta Tirk, di serî de li Rojava li her deverê ji bo destketî û serketinên Kurdan ji holê rabike, hemû hebûna xwe daniye holê. Ji bo tine bike, hemû saziyên dewletê seferber kiriye. Ji bo ji şerê tinekirinê yê rojane encamekê werbigire, her şêwe paşverûtiyê bikar tîne. Ji komkujiya li Rojava dewleta Tirk a mêtînger bi xwe berpirsyar e. Erdogan li xwe mukur hatiye ku ew ê 'ti carî' destûrê nede destketiyên gelê Kurd. Berpirsyariya xwe ya di komkujiyê veneşartiye. Weke sûcdarê şer cihê xwe di wijdanê gelan de girtiye. Lê belê ji bo hesab bide gelan, jinan, ji bo ji sûcê hevkariya bi çeteyên DAIŞ'ê were darizandin, ji bo rê ji faşîzma heyî re neyê dayîn, dem dema tevlîbûna bi Zîlanî li pêvajoyê ye. Dema bi Zîlanbûyînê re dijderketina li terora mêr, li terora dewletê ye. Em ji hemû malbatên welatparêzên di komkujiya bi hevkariya DAIŞ-TC de jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Ev êrîş wê ti carî berxwedana YPJ/YPG'ê neşikîne. Wê nikaribe serketin û baweriya azadiyê ya gelê me bişikîne. Li wê axa kevnare wê projeya neteweya demokratîk bikeve meriyetê. Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê, berdêla wê çi dibe bila bibe wê weke sîstema jiyana azad-demokratîk a nû mayînde bibe. Ya ku dema wê qediya ye, rêxistinbûyîna netewe-dewletê ye ku xwe dispêre yek milet, yek ziman, neteweperestî, nîjadperestî, olperestî û nasnameyê. Gelên Rojhilata Navîn hemû xwişk-bira ne, wê sîstema xwe ya jiyana azad a bi hev re li ser bingeha azadiya jinê bi pêşengiya jinê birêxistin bike. Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan û gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên qirkirinê bisekinin, parastina xwe xurtir bikin. Em bang dikin ku bi xurtî xwedî li Kobanê û Şengalê bê derketin. Bang li hemû ciwanan dikin ku li refên azadiyê wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bicih bînin."
(zt/ch)