Mala Parastina Jinan li hember tundiya jinan têdikoşîn

13:09

JINHA


QAMIŞLO – Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Umer diyar kir ku Navenda Parastina Jinan ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan û parastina wan hatiye vekirin. Emîne anî ziman ku piraniya dozên ji navendê re hatine rewşên jinên ciwan ên temenê wan dibin 18 salî re ne.

Piştî ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê serdana gelek rêxistinên jinan ên di kantonê de kirin û lêkolîneke derbarê rewşên tundiya li ser jinan de kir. Ji bo jin karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin, di 5’ê Mijdara 2014’an de Navenda Parastina Jinan hat vekirin. Jinên ku rastî tundiyê hatine dikarin demekê di vê navendê de bimînin. Armanca Desteya Jinan ji vekirina vê navendê ew e ku jinan ji tundiya derûnî, cinsî, tenduristî û hemû şêwazên din di hundir û derveyî malbatê de biparêze. Girêdayî mijarê Seroka Desteya Jinan Emîne Umer diyar kir ku vekirina vê navendê erka Desteya Jinan e û hemû dozên jinan ên civakî, aborî, çandî û siyasî digire ser xwe.

'Piraniya jinên rastî tundiyê tên temenê wan dibin 18 saliyê de ne'

Emîne destnîşan kir ku Navenda Parastina Jinan alîkariya gelek jinên rastî tundiyê hatine kiriye û wiha got: “Piraniya dozên ji navendê re hatine rewşên jinên ciwan ên temenê wan di bin 18 salî de ne. Jinên ciwan ji aliyê malbatê ve ji ber pirsgirêkên malbatî, rewşa aborî rastî tundiyê tên. Her wiha ji ber hişmendiya mêran û paşverûtiya civakî gelek keçikên biçuk jî rastî destdirêjiyê hatine. Di navbera van jinên ciwan û malbatên wan de dîwarek hatiye avakirin. Di encamê de gelek rewşên neyînî derdikevin.”

'Semîner û şêwirmendiyên derûnî di navendê de tên dayîn'

Emîne da zanîn ku jinên beşdarî navendê dibin semîner û waneyên derbarê dîroka jinan û qonaxên tê re derbasbûne de dibînin û şêwrên derûnî bi bijîşkên pispor re tên kirin. Di navendê de her wiha bernameyên pêşxistina hişmendiya jinan tên dayîn.

Emîne di dawiya axaftina xwe de got ku heta pirsgirêkên van jinan tên çareserkirin, ew di navendê de dimînin û hemû pêdiviyên wan jî tên bi cîh anîn.

(zt/ch)