Mazlum Erencî li ser gora xwe hat bi bîranîn

14:15

JINHA

AMED - Gerîlayê HPG'ê Mazlum Erencî (Yilmaz Piling) ê ku di 29'ê Pûşbera 2011'an de şerek yê li Çemîşgezekê ya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da li Amedê ser gora xwe hat bi bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Mazlum Erencî (Yilmaz Piling) ê ku di 29'ê Pûşbera 2011'an de li navçeya Çemîşgezekê ya Dêrsimê bi gerîlayê TÎKKO Yurdal Yildirim (Muharrem) re di encama kemînekê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Rezan a Amedê hat bi bîranîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin Gultan Kişanak, hevşaredarên navçeyên Amedê, rêveberên DBP-HDP'ê yên Amedê, nunerên MEYA-DER'ê, malbata Erencî, kedkarên çapemeniya azad û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Omer Onen diyar kir ku îro salvegera Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku li Dêrsîmê çalakiya fedaî li dar xist û salvegera darvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî ne û wiha got: "Mazlum û rêhevalên wî rêhevalên Şêx Seîd ê kal in." Onen da zanîn ku Mazlum di xeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de meşiya û di vê riyê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Mazlum di temenê xwe yê bi çûk de di nava xebatên çapemeniya azad jî cihê xwe girt. Em îro dinerin ku rêhevalên wî di heman rê yê de xebatên xwe berdewam dikin."

Bavê Mazlum Erencî Erkan Erencî jî destnîşan kir ku ew dest ji doza xwe bernadin û dê heya dawiyê doza wan bişopînin û wiha got: "Xeyalên hemû şehîdan hene. Em soz didin ku em ê xeyalên wan bi cih bînin. Heta em bijin ew ê jî bi me re bijîn.

'Em sozê didin, em ê hêviyên wan bînin cîh'

Dayika Mazlum Erencî Remziye Erencî jî axivî û wiha got: "Min soz dabû kurê xwe, ez ê negirîm, lê îro cenazeyê 2 rêhevalên wî anîn û min hestirê çavê xwe negirtin. Kesên ku hatin vê deverê û li Mazlum xwedî derketin ez spasîyên xwe ji hemîyan re dikim."

Ji bo Mazlum di seatên êvarê de wê mewlûd bê dayîn.

(zt/ch)