Li Beyrûdê ji bo komkujiya Kobanê merasim hate lidarxistin

14:24

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN - Li paytexta Beyrûtê ya Lûbnanê ji bo şehîdên komkujiya Kobanê merasîm hate lidarxistin.

Di merasîmê de hate gotin ku serkeftinên ku gelê Kurd li Rojava bidestxistine dijminên mirovahiyê aciz kirine û ji ber vê yekê êrîşeke hovane li dijî Kobanê pêk anîn. Di merasîmê de her wiha têkoşer Zîlan jî hate bi bîr anîn.

Li Paytexta Beyrûtê ya Lûbnanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Weqfa Çand û Civak a Newroz a Lûbnanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Kobanê û ji bo bîranîna têkoşer Zeynep Kinacî (Zîlan) merasîmeke lidar xistin. Di merasîmê de bi sedan Kurdên ku li Lûbnanê jiyan dikin beşdar bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Rêvebera TEV-DEM'ê Pîrzo Cûdî axivî û bal kişand ser çalakiya têkoşer Zîlan û got ku çalakiya Zîlan dewleta Tirkiyê hejand û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hişyar kir û got: ''Zilan bi çalakiya xwe îradeya jina Kurd a azad isbat kirye.''

Di berdewamiya axaftina xwe de Pîroz bal kişand ser serkeftinên ku şervanên YPG/YPJ'ê ku li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistin û wiha berdewam kir: ''Pêşketinên YPG/YPJ'ê bi dest xistin, rizgarkirina Girê Spî û Çiyayê Kizwanan dijminîn gelê Kurd û azadiya gelên herêmê e aciz kirine. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li dijî gelên herêmê zêde kiriye. Hikûmeta AKP'ê çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê kirin û ji bo îradeya gelê me bişkînin komkujî pêk anîn.''

Di merasîmê de her wiha Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Kurdo Kobanê jî axivî û da zanîn ku gelên Kobanê bi berxwedana rojên hemû azadîxwazan ronî kirine û wiha dom kir: '' Gelên me wê di hemû şert û mercan de berxwedana xwe bidomîne û tû êrîş dê bi vîna gelê me nikaribe.''

Di merasîmê de Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Ridwan Kobanê jî axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe hezaran şervanên xwe oxirkirin û heta dawiyê jî wê azadiya xwe biparêze. Di merasîmê de peyama têkoşer Zîlan ku beriya çalakiyê li pey xwe hiştibû hate xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên 'Bê Serok Jiyan Nabe', 'Şehît Namirin' û ' Bîjî Berxwedana Kobanê' .bi dawî bû.
(ch)