Rojnameya Starê ji bo Fîgen Yûksekdag dîrektîfa 'bêdend kirinê' da

16:17

JINHA

HABER MERKEZİ - Rojnameya Starê der heqê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yûksekdag ya li sinora Kobanê daxuyanî dabû dîrektîf da û sernava ' Ev şîrretê bidin bedeng kirin' avêtin.

Ethem Sancak ya xwedî Rojnameya Starê ye û hezkiriyên xwe yên hemberî Serokkomar Tayyîb Erdogan eşkere kiribû, di rojnameya xwe de di rûpela yekemin de Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yûksekdag hedef nîşan da û sernava ' Ev şîrretê bidin bedeng kirin' avêtin.

Star serlêdana Fîgen Yûksekdag ya piştî êrîşên li hemberî Kobanê pêk hat de çûbû ser sinora Pirsûsê û gotibû ' Hun bi şîrretan sucên xwe yên mirovahiyê nikarin veşêrin.' Li hember van gotinên Figen Rojnameya Starê sernava 'Ev şîrretê bidin bedeng kirin' avêtin.
Rojnameya Starê Fîgen Yûksekdag wek 'provokator' nîşan da û wê bi bangawziya ku gel radike serhildanê sucdar kir û li ser malpera xwe ya înternetê jî ev serlêdana Figen û axaftina wê bi sernava ' Bi agir dileyize' da.

Piştî sernava Rojnameya Starê ya hemberî Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yûksekdag ji gellek ciyan daxuyaniyên şermezarkirinê hat. Bi taybetî di medyaya komî de ji bo sernava Rojnameya Starê ya zayendparêz û hedef girtî gelek bertek hate nîşandayîn û ji bo piştgiriyê li ser Twitterê bi sernavê '#FigenYüksekdağyalnızdegildir' hashtag hate vekirin.

'Ev êrîş li hemberî şoreşa jinê ya 'Hevserokatî' pêk hatiye.'

KJA jî der barê vê mijarê de rexneyên xwe anî ziman û da zanîn ku pêwîst dike ku li hemberî zimanê nêrî ya medyayê û li hemberî pergala desthilatdariya mêran em jin têkoşîna xwe hê bilindtir bikin. Her wiha KJA bal kişand ku ev êrîş li hemberî xweseriya jinê û şoreşa wê ya 'Hevserokatî' pêk hatiye.

'Xewnên wan dê bibe kabûs'

Hevserokê HDP' ê ya giştî Selahattîn Demirtaş jî sernava Starê şermezar kir û wiha axivî: '' Em dizanin ku ji bilî birêz Figen û parlamenterên HDP'ê ew dixwazin ku halîfeyên DAİŞ'ê ya barbar û tecawizkar di meclîsê de bin lê ev xeyalên wan wê tu carî pêk nê û em ê vê xewna wan bikin kabûs'

' Bila li gor nirxên gerdûnî weşanan bikin.''

Navenda HDP'ê ya Giştî jî îro bi daxuyaniyek Rojnamaye Starê şermezar kir û da xuya kirin kû wê giliyên Rojnameya Starê ji Konseya Çapemeniyê re bike û wiha berdewam kirin: '' Em bang li Rojnemeya Star û yên wek wî dikin ku li hember weşanên aşitiya civakê xira dike bila berdin û li gor nirxên gerdûnî bila weşanan bikin.''

(ch)