Li Şêxmeqsudê tabura parastina rewa hate avakirin

16:18

JINHA

HELEB – Jinên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê yên Kurd, Ereb û Tirkmen tabûreke ya parastina cewherî bi navê Tabura Şehîd Gulê Selmo bi merasîmekê ava kirin.

Di çarçoveya kar û xebatên parastina cewherî, 60 jinên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê yên Kurd, Ereb û Tirkmen bi hevkariya hêzên YPJ’ê piştî ku perwerdeyên xwe yên bikaranîna çekan dawî kirin, tabûra parastina cewherî ya bi navê Tabura Şehîd Gulê Selmo bi merasîmekê ava kirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û bi mersîma leşkerî ji aliyê jinên taxê ve dest pê kir. Piştre Fermandara YPJ’ê ya bajarê Helebê Dosin Bîrhat derbarê girîngiya parastina cewherî de axivî. Dosin diyar kir ku jinên taxê bi riya tabûrên parastina cewherî dikarin parastina xwe û zarokên xwe bikin û ji hemû rewşên awarte re amade bin.

Dosin got ku armanca avakirina Tabura Şehîd Gulê Selmo ya parastina cewherî ew e ku jinên taxê parastina xwe bikin û rastî bûyerên weke yên Şengalê neyên. Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana YPG’ê û YPJ’ê û tilîliyan bi dawî bû.

(zt/ch)