Roboskî girtine çemberê gel gulebaran dikin
17:58
JINHA
ŞIRNEX - Li gundê Roboskiyê Şirnexê leşker bi gaza îsotê mudaxeleyî gel dike. Gund girtine binçemerê gundiyan gulebaran dikin kesek birîndar bû.
Hat zanîn ku li taxa Şantiye ya gundê Roboskiyê navçeya Qilabana Şirnexê leşkeran tax xistiye çemerê û gundiyan bi guleyên rastî gulebaran dike. Dema ku gundiyan bertek nîşanî didemên dawiyê de zêdebûna sewqiyatên lieşkeran ya herêmê dan rastî êrîşa leşkeran hatin. Dema ku sewiqiyata leşkerî berdewam dikir, piraniya wan jin û zarok gundî daketin ser rêya bejayî û sewqiyat pirotesto kirin. Leşkeran bi bombeyên gazê mudaxeleyî gundiyan kirin. Taybet Encu ya ku li heman taxê dijî diyar kir ku leşkeran taxa wan girtiye bin darpêçê gel gulebaran dikin, bi jopan şidetê li jinan dikin, ji ber êrîşê dilê keça wê ya 9 salî girtiye û hîna bi ser xwe ve nehatiye. Taybet destnîşan kir ku bi guleyên rastî êrîşî gundiyan dikin, taxa wan vegeriyaye herêma şer û her kes di malên xwe de girtî mane.
Li gorî agahiyên hatin girtin di êrîşê de gundiyek birîndarbû ew rakirin Nexweşxana Dewletê ya Qilabanê.
(zt)