Jinên Rojava bi armanca perwerdehiyê li hev kom bûn
09:44
Sosin Xanê /JINHA
RIMÊLAN - Bi armanca dîtina perwerdehiyê Jinên Saziyên Civaka Sivîl a Kantona Cizîrê, ji bo tevlî dewreya perwerdehiyê ya Ş.Hemrîn a Akademiya Zanist û Ronakbîriyê bibin li hev kombûn.
Li gel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li hember Rojavayê Kurdistanê, xebatên înşa kirinê jî bê navber didomin. Yek ji xebatên bingehîn yê înşakirinê jî xebatê perwerdehiyê ye. Li Akademiya Jinê ya Zanist û Ronakbîriyê, li bajarê Rimêlan 24 jin ji bo tevlî dewreya perwerdê ya Şehîd Hemrîn bibin li hev kombûn. Perwerdehiya ku ev pênç rojin destpêkiriye, endamên Saziya Civaka Sivîl, Dadgeha Gel, Endamên Mala gel û Mala Jin cihê xwe di vê perwerdê de digirin û ev perwerdehî dê 23 roj berdewam bike.
'Di perwerdehiyê de me famkir ku pêdiviya me çiqas bi perwerdê heye'
Endama Komîteya lihevhatinê ya Mala Jin a bajarê Hesekê Neyîme Mehmûd diyar kir ku, piştî şoreşa Rojava Mala Jin hatin avakirin û bi vê yekê re xebatên perwerdhiyê hatin destpêkirin. Nayîme got: "Armanca vê perwedê pêşxistina rêxistinbûyina jinan ya Mala Jinê ye. Ev pênc rojin perwerde hatiye destpêkirin lê belê lêhûrbûnek kur bi me ra da avakirin û di perwerdehiyê de me famkir ku pêdiviya me çiqas bi perwerdehiyê heye."
'Me dît ku jin gavên mezin ber bi azadiyê ve avêtiye'
Endama Komîteya Lihevhatinê ya Mala Gel a bajarê Dirbêsiyê Hemdiye Temo derbarê perwerdehiya ku destpêkiriye wiha got: "Bi şoreşa Rojava re xwesteka me ya fêrbûyîn û xwe pêşxistin zêdetir pêş dikeve. Pêwîstiya her mirovek bi perwerdehiyê re heye û pêwîste sînor ji zanistî re neyê dayîn. Ji bo em têkoşîn li hember ferasetên şaş bidin û têkîliyê me bi civakê re pêş bikeve, em hewldidin xwe pêş bixin. Di van pênc rojan de me dersa civaka xwezayî, dîroka jin û ya pergala desthilatdar dît. Rastiya ku jin ev pênc hezar sale di bin statîkoya desthilatdariyê de jiyan dike, di me de kûrbûyînekê da ava kirin. Beranberî vê ewqas sal jin hatiye perçiqandin em dibînin ku bi derketina PKK'ê û şoreşa Rojava re jin çiqas têkoşer bûye û çiqase gavên mezin ber bi azadiyê ve avêtiye. Ev yek hêz dide me û xwesteka têkoşînê bi me ra bilind dike."
'Ew ê perwerdehî gelekî bi encam û serkeftî be'
Endama Komîteya Lihevhatinê ya Mala Jin a bajarê Dêrikê Sebah Ahmed behsa girîngiya perwerdê kir û wiha got: "Ji bo ku em ji pirsgirêkan re bibin hêza çareseriyê û gelê xwe ji tengaviyan xelas bikin û her wiha rola jin di nava civakê de bi hêztir bikin em pêdivî bi perwerdeyek wiha dibînin. Perwerde ji bo me gelekî giringe û me gelek encam ji waneyên ku heya niha hatine danîn girt. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê perwerde gelekî bi encam û serkeftî be"
'Perwerde derfetek em xwedî li civak û gelên xwe derbikevin e'
Seroka Komîteya Lihevhatinê ya Mala Gel a bajarê Girkê Legê Esma Murad da zanîn ku ew di pêvajoyek girîng a şoreşê re derbas dibin û wiha got: "Her roj şehîd têne danîn, ji ber vê yekê berpirsyariyek mezin ji me tê xwestin. Jinên Ereb, Sûryanî û Kurd bi têkoşînek zanistî rêvebirin û rêxistin kirin erkê me ya pêvajoyê ye. Ji lewma perwerde ji bo me derfetek e, ku em xwedî li civaka xwe û gelên xwe derbikevin e. Perwerde bi qasî nan û av ji bo me giringe. Ji bo zanistiya parastina civak pêşbikeve pêdivî bi zanebûn û rêxistinbûyînê heye."
Esma destnîşan kir ku di nava hêzên parastina cewherî de jinên temenê wan 50'î salî ji bo parastina xwe çek hildane û ev yek bi xwesteka wan ve pêk hatiye. Esma got: "Em jî weke jin û dayîk soz didin ku çi erk dikeve pêşiya me, em amede ne bikin. Ger pêwîstî hebe em ê çek hildin û biçin çeperan ji bo parastinê."
(zd/rc/ch)