Jinên Êzidî bi rêxistin bûyinê jiyanek nû ava dikin

09:47

Jînda Asmen/JINHA

ŞENGAL - Jinên Êzidî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, xwe sipartin çiyayê Şengalê, bi xwe rêxistin kirinê jiyanek nû înşa dikin. Jinên ku di her qadên jiyanê de xwe pêş dixin, li hember êrîşên çeteyan jî perwerdehiya parastina cewherî dibînin.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxê de li ser Şengalê pêkhatî, Êzidiyên ku berê xwe dane çiyayê Şengalê diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji axa xwe bernedin. Jina Êzidî Neam Îlyas got: "Ji ber êrîşên çeteyan me gelek windahî da. Gelek tişt ji jiyanê me girt. Lê belê li hember qetlîamên ku pêkhatî de em hê hene û em ê têkoşîna hebûnê bidin. Her çiqas em zehmetî jiyan bikin jî em wek jinên Êzidî li ber xwe bidin. Em wek jin dizanin jiyan bê zehmetî nabûre. Erê êrîşên gelek mezin li hember me pêk hat. Bi taybet jî di qetilama ku pêkhatî de herî zêde me êşên vê yekê kişand. Lê li beramberî her tiştî em li ser piyê ne û me dev ji ax û welatê xwe berneda. Em li bin konande bin, di mehên gerim ên havînê de avê me yê sar tûne be, zehmetî di warên pêdiviyên jiyanê de bikşînin jî em ê her çiyayên xwe hembêz bikin."

'Em ji bo jiyanek nû xwe bi rêxistin dikin'

Neam da zanîn ku piştî êşên hatine jiyan kirin ew ê xwe bi rêxistin bikin û jiyana nû ava bikin û wiha got: "Ji ber vê yekê em hin xebat didin meşandin. Dibistan hatin vekirin, komîteyên perwerde, ziman û meclîsê jin hatin avakirin. Xebatên gel destpêkir. Bi taybet em wek jin ji bo parastinê perwerdeya bi karanîna çek dibînin. Pêwîste jinên Êzidî li her qadê jiyanê cihê xwe bigre û xwe bi rêxistin bike. Em tenê dikarin bi rêxistinbûnê pêşbikevin û xwe biparêzin û bi vê yekê azadiya xwe bi destbixin. Ji vir û pê ve ji bo gelek tiştan wek jinên Êzidî em ê bêjin bes e. Ji bo tu tiştî em ê êdî stuyê xwe xwar nekin. Em ê xwedî li baweriyê xwe derên. Hêzên me heye ku em li hember êrîşkaran derbikevin. Tenê xwesteka me bila ji vê yekê re hebe."

'Eger em têkoşîn bikin em ê azad bibin'

Neam anî ziman ku jin heya dilopê xwîna xwe ya dawî têkoşîn didin û wiha pê de çû: "Em wek jinên Şengalê encax bi têkoşînê dikarin axên xwe yên pîroz biparêzin û azad bikin. Ji ber vê yekê pêwîste em piştgirî bidin hev her dem. Ji vir û pê de ji bo parastinê di her warî jiyanê de em ê xwe bi rêxistin bikin û bi hêz bibin. Ez dixwazim vê yekê jî bi lêv bikim. Her kesê ku dengê me dibihîse, dixweze destê xwe dirêjî me bike û him di warê madî, him jî di warê manevî de dixwaze bibe alîkar em amedene destê xwe dirêj bikin. Dilê her jinek ji bo mirovahiyê vekiriye. Em wek jinên Şengalê vê yekê hîs dikin. Ji ber vê yekê hemû zehmetî û kêfxweşiyên ku em dijîn pêwîste em bi hev re hîs bikin û li ba hev bin."

(rc/ch)