Di Akademiya Zanist û Raman de dewreya perwerdehiyê destpê dike

09:48

Zêrîn Kurtay - Rûksen Efrîn /JINHA


QAMIŞLO - Akademiya Zanist û Raman dewreyek bi navê Şehîd Cemşîd ya bi tevlîbûna endamên Saziyên Civaka Sivîl dest pê dike. Perwerdehiya ku wê 14 roj dewam bike, ji alî endamên ku wê tevlî perwerdehiyê bibin bi kêfxweşî tê pêşwazî kirin.

Rêvebira Akademiya Zanist û Raman ya bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Firyal Şole derbarê destpêkirina dewreya perwerdehiyê de axivî û anî ziman ku ji bo bikaribin kesayet û civakek demokratîk û azad înşa bikin û hişmendiya pergala heyî biguherin girîngiyê didin perwerdehiyê û wiha berdewam kir: ''Em di nava xebatên xwe yên giştî de xebatên xwe yên xweser jî didin meşandin. Perwerdehiyên xweser ji bo pêşketina jinan gelek girînge,ji ber vê yekê em wek rêveberiyê akademiyê li ser perwerdehiyên xweser radiwastin."

Firyel derbarê vekirina dewreyên perwerdehiyê de agahî da û wiha got: "Di nava 2 salan de me 6 dewreyên perwerdehiyê vekir. Ji ber ku Heval Cemşîd li Qamişloyê şehîd ketibû, me vê dewrê wek Dewreya Şehîd Cemşîd bi nav kir. Armanca me ya herî sereke di nava vê perwerdehiyê de pêşxistina xebat û kesayet esas girtin e."

'Em ê kesayetên xwe li gor hişmendiya pêvajoya nû ava bikin'

Firyel derbarê tevlîbûna endaman de jî agahî da û wiha got: "Em li gorî pêdiviyên saziyan hêjmarê hevalan diyar dikin û tevlî dewrê dikin. Me ev dewre jî piranî bi tevlîbûna endamên saziyên civaka sivîl da destpêkirin û hêjmara herî zêde jin cihê xwe di nava perwedehiyê de girtin." Firyel di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev akademî wê bibe zimanê jiyanê, em ê kesayetên li gorî hişmendiyê pêvajoya nû ava bikin. Di vê çerçoveyê de em ji endamên ku beşdarî perwerdê dibin bi hêviya ku di astek bilind de xwe pêşbixin û di demê pêş de pêşengtiya civakê bikin."

'Perwerdehî ji bo jinan ji nan û av girîngtir e'

Endama Saziya Civaka Sivîl (SCS) Xebat Sifo nêrînên xwe anî ziman û got: "Em wek jin pêdiviya me bi perwerdehiyê ji nan û avê zêdetir heye. Dijmin ji jina zana û bi hêz ditirse, li dijberê tirsê em ê xwe bi hêz bikin û tola jinên Kobanê, Hesekê û Şengalê bigrin. Li hember hemû êrîşan wê têkoşîna me bidome û serkeftin wê her ya jinan be.

Şêrîn Başo jî wiha got: "Pêwîste em hemû xwe ji bo civakê berpirsyar bibînin. Em ji bo civakek azad avabikin di akademiya ku bi felsefeya Rêber Apo hatiye afrandin de xwe perwede dikin. Bi xwe rêxistin kirinê re dê azadî û serkefitna jin were qezenç kirin."

(rc/ch)