Girtiyên PAJK'ê li hember tecrîdê helwesta xwe diyar kirin
10:12
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Girtiyên PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî weşandin û gotin: "Em di serî de bang li jin, ciwanan û hemû gelê xwe dikin ku xwedî li deskeftî û pêşeroja xwe derkevin. Li hember tecrîda li ser Rêbertiya xwe em amadene bikevin çalakiyan."
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demek dirêje berdewam dike. Li gelek deveran de di serîde jin, hemû welatî di nava çalakiyan de ne. Li ser navê jinên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê dimînin Kajîn Perî daxuyaniyek nivîskî weşand. Kajîn balkişand ser nêzîkatiyên deshilatiyan a ji bo pêvajoya çareseriyê û axaftina xwe wiha domand: "Deshilatdariya AKP'ê wek ên pêşiya xwe ji ber ferzkirina bêçareseriyê ber bi dawîbûyinê ve diçe. Serkeftina ku gelê me di hilbijartinan de bidestxistin AKP'ê jî fêm kir ku êdî li Kurdîstanê wek berê nikare bisekine. AKP dêleva nîrxandina encama hilbijartinan û rêz girtina biryara gelan, nêzîkatiya xwe ya xapînok ya li hember gelan berdwam dike û gora xwe dikole. Lê belê dixwaze azadî û dahatoya gelê me jî li gel xwe tê xe gorê."
'Divê jinên azadîxwaz vê tecrîdê nepejirînin'
Kajîn wiha berdewam kir: "Înkara ku berî hilbijartinê li hember pêvajoya çareseriyê pêşdixist, tecrîda ku careke din bi çavsorî xistibû meriyetê, dixwaze bidomîne. Vekiriye ku dê gelê Kurd, bindestên li Tirkiyê, jinên azadîxwaz, ji niha û pê de vê tecrîdê ne pejirînin û tehemûlî tecrîdê nekin. Lewra gelê me û hemû bindestên li vî welatî dijîn baş têgihiştin ku hebûna Rêbertiya me temînata netewa demokratîk, wekheviya gelan, azadiya kedê, jiyanek ekolojîk û azadiya jinê ye.
Weke PAJK'ê em tecrîda ser Rêbertiya xwe tecrîda li ser xwe dibînin û bi tu awayî na pejirînin. Rêbertiya me rêhevalê me yê azadî û çareseriyê ye. Afirînerê roja me ya îro û kedkarê pêşengtiya azadiyê ye. Wek hevalên me "Şehîdên hun nikarin roja me tarî bikin" em jî dibêjin: "Rêbertî roja me, em jî gereksitêrkên li dora wî ne." Ew roja ku rabirdo û dahatiya me ronî kiriye. Ew hinceta me ya hebûn û tinebûnê ye. Divê deshilatdarî careke din hêrsa me û gelê me nekişîne ser xwe û dawî li tecrîdê bîne. Em wan serenc dikin!
Em di serî de bang li jin, ciwanan û hemû gelê xwe dikin ku xwedî li deskeftî û pêşeroja xwe derkevin. Li hember tecrîda ser Rêbertiya xwe em amadene bikevin çalakiyan."
(zt/ch)