Bi ketina nava xebatên civakî û çandî re berastengî derbas kirin
11:06
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Şaxa Berastengan ya Beşa Xizmetên Civaki ya ji aliyê Daire ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve di sala 2007'an de hatî avakirin xebatên xwe berdewam dike. Jinên berasteng ên ku ji xizmetên civakî sudê digirin diyar kirin ku ji ber ew beşdarî çalakiyên çand û hunerê dibin di jiyana wan de gelek tişt hatiye guhertin.
Şaxa Berastengan ya Beşa Xizmetên Civaki ya ji aliyê Daire ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve di sala 2007'an de hatî avakirin xebatên xwe berdewam dike. Şaxa berastengan ya li Herêma Jiyana Hevbeş ya Sumerparkê di 9 salan de ji bo 885 berastengan xizmet kiriye. Li wê di aliyê beden, hiş, dîtin, îşaretên ziman, perwerdeyên hîjyen ên kesani, hunerê dest, ingilizi, werzîş û sporê tên dayîn.
'Eleqeya li hember qursan mezine'
Ji Koordinasyona Şaxa Midûriyeta Berastengan Şilan Demirbalyen da zanîn ku hemû berasteng di nava qursan de cîh digirin û wiha got: "Em dixwazin hemû berasteng xwe bigihînin me. Ji ber ku hevalên me yên berasteng di malan de tên hepskirin û ji jiyanê tên veqetandin. Divê demek nêz de hemû carek din vegerin jiyanê, tevlî xizmetên çand û hunerê bibin."
'Hevalên me yên berasteng di qursên me de sudê dibînin'
Şîlan anî ziman ku dema berasteng di qursan de hîn dibin êdî di aliyê fîzîkî de jî bi xwe hînî jiyanê dibin û wiha domand: "Mijar çî dibe bila bibe atoliyeyên me ne tenê ji bo hînkirinê ye, di heman demê de hînî mafên xwe yên bingehîn jî dibin û tiştên ku dixwazin dikarin ji me hîn bibin."
'Bila hevalên me yên berasteng di malan de neyên girtin'
Berastenga ku 5 salin ji faaliyetên Şaxa Berastengan sudê digire Arzu Ugur ya 38 salî jî destnîşan kir ku di 5 salan de di gelek qadan de perwerde girt û wiha berdewam kir: "Bi hatina min ya vê derê re di jiyana min de gelek tişt hat guhertin. Di aliyê civakî de derdora min çêbû. Min hunerê xwe yên destan pêş xist. Ez hînî gelek tiştan bûm. Bila hevalên me yên berasteng di malan de neyên girtin, derkevin derve, beşdarî xebatên çandî û civakî bibin. Di malan de girtin ne çareserîye. Dêleva wê divê her alî çand û huneran de xwe pêş bixînin. Dema ku mirov xwe pêş dixîne hê şanaz dibe. Di heman demê de malbatên me jî bi me re şanaz dibin."
'Min berastengî derbas kir û ez beşdarî jiyanê bûm'
Berastenga Deniz Yelken ya 39 salî ye 6 salin di Şaxa Berastengan de dixebite, bi lêv kir ku di aliyê zêr û ziberan û boyaxkirinê de perwerde dîtiye û axaftina xwe wiha dom kir: "Berê di nava malê de jî ez dixebitîm. Min weke berastengekê xwe di nava jiyanê de dît. Min li cihê di malê de runiştinê, jiyana civakî tercîh kir. Bila hemû hevalên me yên berasteng jî têkevin nava xebatên civakî, derkevin derve û ji derve li jiyanê binêrin. Di mal de xwe girtin ne çare ye, tenê mirov dem û hêza xwe ziyan dike. Ya herî dijwar jî derbaskirina berastengiyê ye. Min berastengî derbas kir û beşdarî nava jiyanê bûm. Ez dixwazim hemû berasteng weke min beşdarî nava xebatên civakî bibin."
(zt/ch)