Li Roboskî hestir û maşîne hatin gulebaran kirin

11:29

JINHA

ŞIRNEX - Welatiyên Roboskê yên bertek nîşanî sewqiyata leşkerî dan ji alî leşkeran ve duh rastî êrîşan hatin. Welatiyên Roboskî serê sibê dema ji xeta sînor vegeriyan careke din rastî êrîşa leşkeran hatin û di encama guleberdana leşkeran 5 hestir hatin kuştin.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê yê Şirnexê ye welatiyên duh bertek nîşanî sewqiyata leşkeran dan rastî êrîşa leşkeran hatibûn. Leşkeran bi tekbîran bi bombeyên gazê û guleyan êrîş li ser gundiyan pêk anî û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Bedrî Encu birîndar bû û 5 zarok jî hati binçav kirin. Leşkerên duh êrîşî Roboskê kirin serê sibê jî dema gundî ji herêma sînor vedigeriyan careke din êrîş dan ser gund. Di encama gulebarana leşkeran 5 hestir hate kuştin û gelek gule jî bi mal û wesayîtan ket. Li gel terora leşkeran li nava gund tu lêkolîn nehatin kirin.

Welatiyê bi navê Nihat Encu diyar kir ku leşkerên raste rast derdor gulebaran kirin, di heman demê de bi dengekî bilind dikeniyan.

'Zarokên hatin binçavkirin dê derxin dadgehê'

Hate hînbûn ku zarokên bi navê Samî Encu (14), Yusuf Encu (13), Saît Encu (13) û Samet Encu yên du di serdagirtina gund de hatin binçavkirin bi şev li Fermandariya Tabura Ortasu hatin girtin. Serê sibê zarok birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û pişt re birin Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê. Li bendêne ku di nava rojê de zarokan derxin dadagehê.
(ch)