' Zîlan di çeperên Rojava da tê jiyan kirin'
11:56
Rûksen Efrîn /JINHA
QAMIŞLO - Bi armanca salvegera Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) jinên rojnameger ya Rojava nirxandin kirin. Jinan dan zanîn ku di çeperên şer de rihê heval Zîlan li ber xwe dide û bi ser dikeve.
Her sal li çar aliyê Kurdistan û cîhanê jin, çalakiyên bîranîna Şehîd Zîlan pêk tînin. Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê jinan bi armanca salvegera şehadeta Heval Zîlan nirxandin û dan zanîn ku di çeperên şer de rihê heval Zîlan li ber xwe dide û bi ser dikeve. Li ser vê bingehê rojnamegera bi navê Gulşah Silêyman nirxandinek kir û got: "Ev roj ji bo tevahî jinên Kurd rojek girîng e. Di 30'ê Pûşberê de çalakiya vîna azad pêk hat. Heval Zîlan bû pêşeng û sembola jina berxwedêr a Kurd. Ez ê wek rojnamegerekî pênûsa xwe ji bo heval Zîlan bidim xebitandin."
'Heval Zîlan xwedî bîrdozî û felsefeyek kur e'
Endama RAJÎN'ê Bêrîvan Ehmed der barê çalakiyên ku ji bo Heval Zîlan her sal pêk tînin axivî û got: "Em her sal vê rojê bi bîr tînin, Heval Zîlan xwedî bîrdozî û felsefeyek kur e. Jiyan û çalakiya Heval Zîlan me pêş xist, ji ber vê em ê wek jinên Kurd, her dem li pêy xeta têkoşîna wê bin."
Fediya Fuat Hesen got: "Berxwedanî û çalakiya Heval Zîlan a li hember leşkerên Tirk tu caran wê neyê ji bîr kirin. Heval Zîlan armanca me yê azadiyê ye. "Rafîden Mihemed jî diyar kir ku ew ê her dem şopdarê xeta bîrdoziya Heval Zîlan bibin û wiha dom kir: "Şehîd Zîlan çawa li hember dijminê faşîst li ber xwe da û bû sembola jina azad em ê jî şopdarê Heval Zîlan bin û li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe bidin. Ji her malbetek a Rojava çek û rextê Heval Zîlan li xwe kiriye û tevlî çeperên şer dibe. Zîlan remza jina azad e. Rihê Heval Zîlan di çeperên şer de li ber xwe dide û bi ser dikeve. Rihê Şehîd Zîlan di çeperên Rojava de tên jiyan kirin."
(rc/ch)