Rojnamegerên Jin: Em ê destur nedin zayendperestiya medyayê

12:20

Dilan Karamanoglu / JINHA

STENBOL - Jinên rojnameger bertek nîşanî gotinên zayendperest ên medyayê dan û diyar kirin ku tû cudahiya wan gotinên pergala mêran ya medya bikar tîne û desthilatiya AKP'ê ji hev tune, her du jî dijminên jinan e û got: "Em ê weke rojnamegerên jin desturê nedin medyaya zayendperest. Em ê bi pênûsa xwe teşhîrkirina wan berdewam bikin."

Her roj gotinek di gotinên medyaya zayendperest de zêde dibe. Dijminahiya jinan ne tenê di hişmendiyê de ji pênûsan jî kêm namîne, hişmendiya mêran her dem êrîşî jinan dike. Li gel encamên nefretê yên girêdayî jinan û LGBTÎ yan derketine holê jî medya zimanê xwe yê zayendperestî berdewam dike. Herî dawî gotinên 'Wê şirretê bêdeng bikin' a Rojnameya Starê yên ser nirxandinên Hevseroka Gişti ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a girêdayî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Kobanê kiribû weşandibûn. Jinên rojnameger bertek nîşanî manşet û sernava Starê dan û gotinên zayendperestî ya jin hedef nîşan dide şermezar kirin.

Banu: Ên ku vê nivisînê kirine nikarin iddaya demokratîkbûyinê bikin

Ji IMC TV' yê Banu Guven, berten nîşanî nûçeya rojnameya Star'ê da û anî ziman ku Fîgen Yuksekdag hedef girtine û got: "Ew nêrînek ya hem zayendperestî û hem jî nefret di hindirê wê de tijî bû." Banu da zanîn ku hewldidin bi van gotinên weke 'Şirret' jinên polîtîkaya azad dikin biçuk bixin û wiha dom kir: "Ne gengaze ku em sernavek wiha bipejirînin. Bêguman ên ev nivîsandine kirine nikarin demokratîkbûna xwe îddia bikin."

Michelle: Zimanê medyayê ji sucên nefretê re hemzemin e.

Ji T24'ê Michelle Demisheviç, jî bi lêv kir ku civaka Tirkan ji çanda baviksalariyê tê û wiha berdewam kir: "Tercîhek û pêşerojek ya bi nasnama Tirkbûnê heye. Ji ber wê jî zimanê di medyayê de tê xebitandin ji wê kevneşopiyê pir dur nakeve. Medya sîbera çanda desthilatiya mêran e. Mixabin zimanê medyayê hemzemîna gotinên nefertê amade dike. Dema ku dewlet, daraz û medya bi hişmendiya mêran be, dê nefret û gotinên nefretê tevlî medyayê bibin."

Sevgim: Em ê bersiva medyaya di şirretî de sînor nasnake bidin

Komisyona Jinan ya Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) û di heman demê de xebatkara Rojnama Bîrgunê Sevgim Denizalti jî got: "Zimanê dijminahiya jinan yê Rojnama Starê ku Hevseroka Gişti ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hedef girtî, di rastiyê de ne tenê helwesta li hember Fîgen ê ye. Di heman demê de bê tehmuliyek ya li hember mezinbûna rêxistina jinên nava HDP'ê de ne. Her roj hişmendiya mêran bi şêwazên cuda derdikeve pêşiya me. Ez difikirim ku em jinên rojnameger bi rêxistinbûna xwe dikarin bersiva gotinên 'şirret' ên medyayê bidin."

Zuhal: Zayendperestiyê kur û rewa dikin

Ji Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) Zuhal Altan balkişand ser gotinên medyayê û wiha axivî: "Di nûçeyên jinan de têgihên ji bo jinan tên xebitandin di rastiyê de rola kevneperest a ku dewletê dayî jinan derdikeve pêşiya me. Carna jî heddê xwe derbas dike û gotinên biçukxistina jinan dixebitînin. Herî dawî ji bo Hevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag gotinên weke 'şirret' bikar anîne. Her dem ji aliyê AKP'ê ve di aliyê jinan de çî bê kirin wek 'talîmat' tên dayîn. Bi van gotinan êrîşî jinan dikin zayendperestiyê kur û rewa dikin. Lê em ê weke rojnamegerên jin desturê nedin van gotinên medyayê. Em ê bi pênûsa xwe teşhîrkirina zimanê wan berdewam bikin."

Çiçek: Ez ên wê nûçeyê çêkirine hempîşeyê xwe nabînim

Ji Bianet ê Çiçek Tahaoglu jî nerazîbûnên xwe yên li hember nûçeya Rojnameya Starê wiha anî ziman: "Hinek rojname bi zimanê nefretê dixebitin. Dema ku mijar jin be dixwazin jinan bêdeng bikin."

(zt/ch)