Nasnameya gêrîlayeke jin hate eşkere kirin

13:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuya kirin ku Gulperî Varli ya bi nasnav Bêrîvan a di 10'ê Îlona 1976'an de li Maksûtûşagi ya navçeya Erzîngan a Kemahê ji dayik bûye û di sala 1992'an de li Stenbolê tevlî refên gerilla bûye diyar kirin ku di sala 1993'an de li Kemahê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuya kirin ku Gulperî Varli bi nasnav Bêrîvan a di 10'ê Îlona 1976'an de li Maksûtûşagi ya navçeya Erzîngan a Kemahê ji dayik bûye û di sala 1992'an de ji Stenbolê tevlî refên gêrilla bûye diyar kirin ku di sala 1993'an de li Kemahê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wek gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aşîtiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aşîtiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bê rûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in."

(rc/ch)