Jinên Şengalê ji ber germahiya zêde xaniyên hevpar çêdikin
13:25
JINHA
ŞENGAL - Jinên Şengalî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xwe li quntarên Çiyayê Şengalê girtîn ji ber germahiya zêde bi pirikêtan xaniyên hevpar çêdikin.
Şengaliyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 3'yê Tebaxa sala 2014'an de xwe li quntarên Çiyayê Şengalê girtine di nava şertên zor û zehmet de têdikoşin. Li gorî nûçeya Rojnewsê welatiyên li Çiyayê Şengalê dijîn ji ber germahiya zêde di konan de nikarin bijîn û zehmetî dikişin. Gel ji heriya sor ya çiyayan li gel ka û tozê tev didin, ji wê piriketan çêdikin û ji wan piriketan jî xaniyên hevpar ava dikin.
'Em ji nû ve jiyana xwe ava dikin'
Naem Hesen li gel 5 zarokên xwe ji bo xwe ji axê mal çêdikin. Naem diyar kir ku wan gelek tengasî kişandine lê cardin jî li gel hemû zor û zehmetiyan xwe li jiyanê digirin û got: "Xwestin bi qirkirinê hemû gelên Êzidî tûne bikin, lê negihiştin armanca xwe. Me xwe li Çiyayê Şengalê bi cîh kir. Em li vê derê di bin şert û mercên giran de jiyana xwe berdewam dikin. Di vê germahiya havînê de em di bin konan de dijîn. Ji bo ku em jiyana xwe hinek hêsan bikin, em bi destê xwe jiyana xwe ji nû ve ava dikin."
Neam ya ku bi ax, toz, ka û avê piriketan çêdike û ji bo xwe dikin cihê stargehê bi lêv kir ku çî dibe bila bibe dê ew ji bo xwe şertên jiyanê ava dikin û dê tû carî Şengalê neterikînin.
(zt/ch)