Jinên Hesekê jî tevlî seferberiyê bûn
14:04
JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê bi armanca ku piştgiriyê bidin şervanên YPG/ YPJ'ê xwarinê amade dikin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser taxên başûrê bajarê Hesekê û pevçûnên di navbera wan û hêzên rejîmê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPG/YPJ) jî li hemberî her êrîşên ku li ser taxên di bin kontrola wan de were kirin tedbîrên xwe girtin.
Endamên Yekîtiya Star , Dayikên Aştiyê , endamên jin ên Yekîtiya Ciwanên Rojava yên bajarê Hesekê jî bi armanca piştgiriyê bidin hêzên YPG/YPJ'ê seferber bûn. Jin xwarinê amade dikin û li şervanên ku xetên parastinê de cihê xwe digirin belav dikin.
Jinên Hesekê ji destpêka êrîşên li ser Hesekê, xwarinên li mal amade dikin û ji şervanên YPG û YPJ'ê yên di eniyên pêş de parastinê dikin re dişînin.
Derbarê mijarê de Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Zozan Silo diyar ku ew wek Yekîtiya Ciwanên Rojava bi alîkariya Dayikên Aşitiyê û Yekîtiya Star xwestin piştgiriyê bidin şervanên YPG û YPJ'ê yên ku di eniyên pêş de parastinê de cihê xwe digirin. Zozan, destnîşan kir ku ew ji destpêka êrîşên li ser Hesekê di nava liv û tevgerê de ne û got ku dê bi hemû hêza xwe alîkariya şervanên xwe bikin.
(rc/ch)