Hanim Kinaci: Zîlan bi çalakiya xwe hêza jinên Kurd nîşan da

16:47

JINHA

AMED - Li Meletiyê Zeynep Kinaci (Zîlan) hat bi bîranîn. Di bîranînê de xwişka Zîlan Hanim Kinaci axivî û got: "Zîlan bi her awayî xwe di nava vê tekoşînê de helandibû. Em wek malbata wê li hember mezinbûna wê bejna xwe ditewînin. Zîlan bi çalakiya xwe hêza jinên Kurd nîşan da."


Koordinasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Meletiyê gêrilaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya ku berî niha 19 salan li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anîbû hat bîranîn. Di çalakiya bîranînê ya li ber Navenda DBP'a Meletiyê de Seroka Komeleya KJA yê Ayla Akat Ata, Koordinasyona KJA ya Meletiyê, rêveberên DBP û HDP'ê yên navendê jî beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevizyona ser jiyana Zîlan hatî amadekirin hate nîşandan. Paşê jî xwişka Zîlan Hanim Kinaci der heqê Zîlan û çalakiya wê nirxandin kir.

'Zîlan bi çalakiya xwe ji bo ciwanên Kurd peyamên giring da'

Hanim hemu kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Weke ku Zîlan di nameya xwe de jî diyar kiriye, dixwest bibe xwediyê jiyanek bi wate. Ne tenê di aliyê hestiyarî û seranser, wê vê tekoşînê bi her awayî jiyan dikir. Ji ber vê jî Zîlan, bi her awayî xwe dida vê têkoşînê. Em wek malbata wê bejna xwe li ber vê mezinbûyina wê ditewînin. Zîlan bi çalakiya xwe hêza jinên Kurd nîşan da û her wiha bi çalakiya xwe ji bo ciwanên Kurd jî peyamên giring da "

'Çalakiya Zîlan li hember polîtîkaya dewletê ya tûnekirina gelan e'

Ayla Akat Ata jî ji bo giringî û wateya çalakiya Zîlan wiha axivî: "Hevala Zîlan bi çalakiya xwe ji bo ciwanên kurd û hemû gelê kurd peyamek giring hêlaye. Di salên 93 û 96'an de di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hewldanên aştiyê nû destpêkiribû pêşdiketin. Zîlan baş dahurîna polîtîkaya dewletê ya bişaftin û qirkirinê kiriye. Çalakiya wê li hember polîtîkaya pergalê ya tûnekirina gelan bû."

Ayla balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya hê berdewam dike û wiha axivî: "Herî zêde jî ev tecrîd di kesayeta jinan de tê jiyîn. Ji ber herî zêde jin van şertên tecrîdê têdigihin. Di kesayeta vê tecrîdê de hemû jin tecrîdê dijîn. Duh jî di manşeta rojnameyekê de ser hevseroka partiya me gotinên zayendperest hebûn. Sedema vê jî zemîna rêxistina jinên Kurd e. Rêya li hember van êrîşan sekinînê û bûne bersiva çalakiya Zîlan di berxwedan û mezinkirina rêxistinbûnê re derbas dibe."

(zt/ch)