Şervana YPJ'ê Melek Erkek bi tilîliyan hate oxirkirin

16:59

JINHA

AMED - Cenazeyê Şervana YPJ'ê Melek Erkek (Hîvda Avareş) a ku li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Sergevra ya girêdayî navçeya Bismîl a Amedê ye li ser wesiyeta wê bi tîlîliyên dayîkan hat definkirin.

Cenazeyê Şervana YPG'ê Melek Erkek (Hîvda Avareş) a ku li gundê Şêxler ê Kobanê di 26'ê Pûşberê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Sergevra ya girêdayî navçeya Bîsmîl a Amedê ye hate definkirin. Cenazeya Melek piştî karên otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin û anîn Amedê û pişt re anîn Bîsmîl ê. Cenazeyê Melek di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin û pişt re ber bi gundê lê hatiye dinê derxistin rê. Di ketina gund de cenazeyê Melek ji aliyê jinan ve hat pêşwazîkirin û birin goristana gund. Piştî karên definkirinê siruda "Çerxa Şoreşe" hat xwendin. Piştî karên definkirinê Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku dê girêdayî bîranînên kesên li Kobanê têkoşîn dayîn bimînin.

'Ez dê bibim şehîdê hemû gelê Kurd'

Dayîka Şervana YPJ'ê Melek Nurhan Erkek jî wiha got: "Keça min ji min re gotibû, 'Heke ez şehîd bikevim ez tenê şehîda te me dê bibim şehîda hemû gelê Kurd û wesiyata min ji te re li pey min du caran tîlîlî bikşîne'" Li ser vê yêkê Nurhan Erkek du caran tîlîlî kişand.

'Em ê doza xwe bidomînin'

Bavê Melek Recep Erkek jî diyar kir ku keça wî û hevalên keça wî ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Melek anî ziman ku gelê Kurd zilmê li tu kesî nekiriye lê her tim rastî êrîşan hatine û wiha berdewam kir: "Li çar parçeyên Kurdistanê her tim komkujî li ser me hatin kirin û xwîna me hat rijandin. Li ser navê olî li hemberî gelê Kurd komkujiyan dikin. Hêzên tarî 30 salin zarokên me şehîd dikin. Doza me doza Hz. Muhammed e, peymana Medîneyê ye. Em dê her tim li pey doza xwe bin. Em ê her tim ji bo gelan têkoşîna xwe bidomînin."

Piştî axaftinan girse derbasî gund bû û konê sersaxiyê ziyaret kirin.

(zt/ch)