Darbeya 12'ê Îlonê hatiye Karkamiş ê!
09:48
Zehra Dogan-Nurcan Yalçın/JINHA
RIHA - Rêwiyên ji gundê Ziyaret yê Rihayê ber bi navçeya Karkamiş ya Dîlokê ve diçun ji aliyê şaredarê AKP'ê ve hatin asteng kirin. Di sepandinên lêgerîna nasnameyan heya lêgera wesayîtan û sedema ketina navçeyê hemû hatiye qeyîdkirin gundiyan serî rakirin û gotin: "Darbeya 12'ê Îlonê hatiye Karkamiş ê! Ji ber em HDP'yî ne bi saetan me di derî de didin rawestandin. Ji serî heta binî, her derên geriyan. Tenê pasaport ji me nexwestin."
Li Tirkiyê her dem welatî rastî binpêkirinên mafan tên, di vê dema dawiyê de jî li ber çavê rayagiştî binpêkirinên mafan ser welatiyan berdewam dikin. Vê carê jî nûçeyek balkêş ya binpêkirinên mafan jî ji gundê Ziyaretê yê navçeya Bêrcuka Rihayê hat. Gundiyên ku ji ber gundê wan 35 kilometreyan ji navçeya wan dure û 5 kilometreyan nêzî navçeya Karkamişa Dîlokê ye hemû karên xwe li ser Karkamişê dikin di raperînê de ne. Gundiyan dan zanîn ku ji ber şaredarê AKP'ê di hilbijartinan de biqasî dixwest deng bidest nexist ji bo wan astengiyan derdixîne û wiha got: "Ev zilma şaredariyê darbeya 12'ê Îlonê aniye gundê me."
'Agahiyên me yên nasnamê digirin bin qeyîdan'
Sabahatiin Karayilan ya pismamê Murat Karayılan a Endamê Konseya KCK'ê ye, destnîşan kir ku astengiya herî mezin ji ber paşnavê wan tê derxistin û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber van sepandinên keyfî her roj bi saetan em di derî de dimînin. Ji ber di hilbijartinan de dengên mi ji bo HDP'ê derketin şaredarî zehmetiyan li ser rêyên me derdixînin. Deriyê tenê ji 07'ê sibê heta 17.00'ê êvarî vekiriye ji ber dor gelek dirêj dibe em bi saetan li dorê de dimînin. Gelek caran em nikarin derî derbasbikin. Her wiha dema ku em dikevin navçeyê hemû tevgerên me tê şopandin. Em nikarin bi rehetî li navçeyê bigerin weke ku me kêmaniyek kiriye. Em li gel kê diaxivin li pey me derî digirin. Ev zilm li ku hatiye dîtin?"
'Tenê pasaport nexwestine'
Sabahattin anî ziman ku di hilbijartinên giştî de wan li gund buroya HDP'ê vekir û wiha berdewam kir: "Berê li ser sînor pir leşker nebûn, lê piştî vê bûyerê her dem sînor dibin çavdêriya leşkeran de ne. Mala me li ber sînorê û qet ewlehiya me nemaye, niha jî li welatê me, me di bin çavdêriyê de digirin. Pir caran nexweşên me çêdibin, ên dixwazin werin serdana me hene. Ji ber van lêpirsînan kes naxwazin werin. Nexweşên me yên lezgîn bi saetan di derî de dimînin bi nêzîkatiya 'Hun ê li navçeyê çî bikin?' rast tên. Li çavê me dinêrin û mafê me binpê dikin. Tenê pasaport maye nexwestîn dê di pêş de wê jî bixwazin."
'Ji bo AKP'iyan hemû tişt serbeste'
Îlhan Karayilan jî der barê vê mijarê de axivî û got: ''Vê derê gunde, mar û dupişk bi me ve didin, berê di navbera pênc deqeyan de me xwe digihand navçeyê û me nexweşên xwe tedawî dikirin, lê niha çî bê serê me nediyare. Em niha nikarin masiyan bigirin, ji xwe avjenî ji bo me qedexe kirine. Dixwazin me bi giştî ji jiyanê sar bikin. Kesên AKP'yî di derî de qet nasekinin. Ser bendavê jî çi karê bixwazin dikarin bikin. Bila bi hev re van kêmaniyan bidin sekinandin bi vî awayî nabe."
(zt/ch)