Ji Tevgara Jinên Ciwan hamleya 'Li xwe xwedî derbikeve'

09:01

Zêrîn Kurtay- Rûksen Efrîn /JINHA

QAMİŞLO - Rêvebira Tevgera Jinên Ciwan Rûheyv Agirî derbarê xebatên xwe yên rêxistinî de nirxandin kir. Rûheyv da zanîn ku ew xebatên xwe yên perwerdehiyê bi dûrişmeya "Li xwe xwedî derbikeve" dane destpêkirin û ew li ser bingeha avakirina civakek azad xebatên xwe bi rê ve dibin.

Rêvebira Tevgera Jinên Ciwan Rûheyv Agirî der barê xebatên xwe yên navenda Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê de agahî dan. Rûheyv da zanîn ku Navenda Tevgerê Jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo 3 salin hatiye avakirin û bi awayek aktîf rola xwe di nava xebatên Rojava de dileyizin. Rûheyv behsa komîteyên ku di binesaziya navendê de hatiye avakirin de kir û wiha got: "Ji bo ku ciwan di her beşê civakê de rol bigrin ser milê xwe me komîteyên parastin, aborî, tenduristî, werzîş, perwerde û komîteyên çand û hûnerê ava kirin. Her wiha ji bo her beşek a komîteyê em endaman perwerde dikin û li gorî vê yekê bi rêxistin dikin". Rûheyv li ser girîngiya komîteya perwerdê rawestî û got: "Perwerde kirina jinên ciwan yek ji xebatên me yên serekeye. Ji ber bingeha guhertin û veguhertina civakê wê bi pêşengtiya jina ciwan ve pêk were. Li ser vê bingehê em girîngiyê didin perwerdehiya jinên ciwan û li ser felsefeya azad perwerde dikin û pêş dixin."

'Bingeha çalakiya me xwedî li xwe derketine'

Rûheyv balkişand ser zewacên di temenê biçûk de û got: "Em wek jinên ciwan bi seknek radîkal bi çalakiyên xwedî li xwe derkeve tevdigerin û em hewldidin pêşî li zewacên temenê biçûk derbikevin. Em vê kevneşopiya civakê napejirînin û ji bo ku em li hember vê hişmendiyê derbikevin têkoşîna xwe didomînin. Ji bo ku hişmendiya heyî bê guhertin û civakek ehlaqî û zanist ava bibe em girîngiyê didin perwerdehiya jinên ciwan."

Rûheyv da zanîn ku armanca çalakiyê ciwanan ew e ku bikaribin hişmediya desthilatdar a li ser jin, ciwan û civakê biguherînin û ji bo vê yekê xebatên xwe didominin. Rûheyv got ew diçin gundan tax bi tax digerin û bi qasî derfetên heyî çalakî li dar dixin û ji bo ku rastiyê bi gel bidin naskirin ew sînevizyonan didin temaşe kirin.

'Bi pêşengtiya jinên ciwan azadî misogere'

Rûheyv derbarê xebatên xwe yên rêxistinî de jî agahî da û got: "Em her meh carek civîna xwe pêk tînin. Plansazî û biryarên ku em di civîna xwe de distînin bê guman em bi pratîk dikin. Jinên ciwan bi îddîa ne ku li Rojava xebatên rêxistinê pêş bixin û dengê jinên Rojava bi cîhanê bidin bihîstandin." Rûheyv wiha axivî: "Şoreşa Rojava em wek şoreşa jinê bi nav dikin. Ji ber vê yekê erkên ku dikeve ser milê me, em amede ne bi vê berpirsyariyê ve rabin. Ciwan dînamîkê civakê ne bi vê zanistiyê ve pêwîste jinên ciwan xwedî li çand û bedena xwe derbikevin."

'Hêzên desthilatdar ji jina zana ditirse'

Rûheyv balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û got: "Armanca êrîşa çeteyên DAIŞ'ê bi taybet li ser jinên ciwan û Kurde. Jin û ciwanên Kurd bi axa xwe ve girêdayîne û rihê azadî a berxwedaniyê li pêş e. Lewma çeteyên DAIŞ'ê jin û ciwanên Kurd li hember xwe weke talûke dibîne û herî zêde êrîş dibe ser jinan. Lê em ê wek tevgera jinên ciwan bi rêxistinbûn, sekin û tevlîbûna xwe bersiv bidin çeteyan û hemû êrîşên ku pêk tên vala derbixin."


Rûheyv di dawiya gotina xwede bang li tevahiya ciwanan kir û wiha pê de çû: "Li hember êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û rêjîma Baasê û hêzên ku hevkariya wan dikin, wê berxwedaniya me li hember wan bidome û em ê serbikevin. Em wek tevgera jinên ciwan bang li hemû jinên ciwan dikin ku xwe bê perwerde nehêlin. Em ê civaka azad bi pêşengtiya jinên ciwan misoger bikin."

(rc/ch)