Ji bo zarokên Êzidiyên li Şengalê banga alîkariyê
09:08
Jinda Asmen/JINHA
ŞENGAL - Zarokên Şengaliyên ku bûne mexdurên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û xwe li çiyayan bicîh kirin ji bo xwe jiyanê dihonin. Endama Komiteya Ziman û Perwerdê ya Êzidiyên li Şengalê Gulistan Militan ji bo jiyanek baş ji zarokên Şengalê re bê dayîn banga alîkariyê kir.
Şengaliyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 3 yê Tebaxa sala 2014'an xwe li Çiyayê Şengalê girtî, li wê li gel hemû êş û zoriyan jiyana berdewam dikin. Endama Komiteya Ziman û Perwerdê ya Êzidiyên li Şengalê Gulistan Militan piştî êrîşên çeteyan zoriyên ku zarokên Şengalê jiyan kirine ji ajansa me re vegot. Gulistan diyar kir ku êrîş tenê ne bi awayê fîzîkî bû û wiha got: "Qirkirinek gihanî, hestiyarî û jiyanîbû. Armanca wan êrîşan dîrok, civak, nasname û erdnîgariya Êzidiyan ji holê rakirinbû. Ev jî bi şeklên siyasetên qirêj bi navê îslamê kirin. Di wan êrîşan de cardin herî zêde zarokên Şengalê darbe girtin."
'Pêşeroja civakê bi mirinê re ru bi ru ma'
Gulistan anî ziman ku zarok pêşeroja civak û welatanin û wiha domand: "Lê mafê jiyana zarokên Êzidî bi fermanan xwestin ji destê wan bigirin. Zarokan lîstok ne lîstin, neçun dibistanan, vîtamîn negirtin û bi mirinê re ru bi ru man. Bi kinasî zarokên Şengalê di nava wê qirkirinê de man. Em jî weke komiteya perwerdê hewildidin pêdiviyên zarokên Şengalê yên perwerdê di çiyayan de be, dibin konan debe bînin cîh. Me hewilda kêm jî be em wan ji deruniya fermanê rizgarbikin û hîna jî em hewildanên xwe didomînin. Em di aliyê xwendin, nivîsandin, lîstok, dîrok û çanda xwe hînbûnê de ji wan re dibin alîkar. Me her dibistanek bi navê şehîdên ku li Şengalê ji bo zarokan can û xwîna xwe dane vekiriye."
'Emê mafê jiyanê carekedin ji bo wan bidin avakirin'
Gulistan bilêv kir ku ji ber şertên demsalê zarok zoriyan dikişin û wiha dom kir: "Di çadiran de gelek germe. Di zivistanê de jî jiyana bin çadiran di aliyê fîzîkî de bandorên nerênî li ser zarokan kiriye. Li gel hemû zoriyan jî zarok bi xwestekin û ji bo bên di dibistanên me vekirine de bixwînin li ber xwe didin. Hêviya me jî ewe ku zarokên Şengalê di pêşerojek hîn baştir de bijîn. Ji bo wê jî yên dixwazin alîkariya zarokên Şengalê bikin bila dereng nekin destê xwe yê alîkariyê dirêjî zarokan bikin. Dikarin kinc, lênûs, pênûs û ji bo zarokan çî tê hişê mirovan alîkariyê bikin û bişînin. Emê carekdinê mafê jiyanê ji bo wan bidest bixin. Divê em ji bo zarokên Şengalê jî weke hemû zarokên dinê bijîn û kenîna xwe berdewam bikin emê bixebitin. Yên vê dixwazin û hemû kesên biwijdan divê destê xwe dirêjî zarokên Şengalê bikin."
(zt)