Berastenga zîhnî Deniz ev 4 rojin winda ye!

09:58

Merve Has

ÎZMÎR - Ji berastenga zîhnî Deniz Haspolat ya 22 salî ku li Taxa Meriç ya navçeya Çamdibi ya Îzmîrê dijî 4 rojin agahî nayên girtin. Dayîka jina ciwan Meral Haspolat diyar kir ku ew difikirin keça wan hatiye revandin.

Di 29'ê Pûşberê de dema ku berastenga zîhnî Deniz Haspolat ya 22 sali ya li Taxa Meriç ya navçeya Çamdibi ya Îzmîrê dijî serê sibê ji gerê dadikeve kolanê winda dibe, ji wê demê heya niha windaye. Meral Haspolat da zanîn ku dema keça wê venegeriya malê ew çûye qereqola Çamdibi ya Mêrsînê serlêdana windabûnê kiriye.

Meral destnîşan kir ku keça wê ji sedî 50 berastenge û wiha got: "Keça min berastenga zîhnî ye, bi xwe nikare li minubusê jî siwar bibe. Tenê dikare li hin kolanên taxa me bigere. Keça min 22 saliye lê tiştekê nizane. Pir bi hêsanî dikare bê xapandin. Yek jê re bêje; 'were ez ê ji bo te qeşaşîr bigirim' dê biçe. Tenê nikare li minubusê jî siwar bibe. Taxa me hemû Deniz nas dikin. Berî niha 6 mehan mêrek yê taxa me yê bi navê Metîn, zewicî dixwaze bi Deniz re jî bizewice. Ji ber ew zewiciye, me nexwest em bidinê. Berî Deniz winda bibe du hefteyan wî mêrî keça min li kolanê girt û jê re gotinên weke; 'Tu yê ya min be' gotibû. Em difikirin dibe ku Metîn keça min revandibe."

Meral anî ziman ku keça wê ji jinek ya taxa wan gelek hez dikir û carnan diçu mala wê û wiha berdewam kir: "Cîrana me diyar kir ku kurê wê dixwaze bi Deniz re bizewice. Lê me nexwest. Dibe ku wî jî keça min revandibe."

'Polîsan em negirtin qereqolê'

Meral bi lêv kir ku wan li qereqolê serlêdan kiriye lê heya niha tiştek ji bo wan negotine û wiha pê de çu: "Dema ku min guman kir keça min hatiye revandin min rewş ji mamê wê Mustafa Hasbucak re vegot. Em dubare ji bo gilîkirinê çun Qereqola Çamdibi ya Mersinê. Lê polîsan em negirtin hûındir. Qet bi me re mijul nebûn."

Cîranên wan anîn ziman ku herî zêde mamê Deniz û jinmama wê pê re mijul dibin. Cîranan derbirîn ku bavê Deniz alkolîke qet bi windabûna Deniz re mijul nebûye û şidetê li Meral dike.

Mamê wê Mustafa bi lêv kir ku yên Deniz bibînin dikarin bi telefonê agahî bidin van. Hejmarên telefonê;

05346562317-05377263653

(zt/ch)