Di hejmara zarokên koçber de zêde bûn çêdibe
11:07
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN - Li Îsvêçê di meha Pûşberê de hezar û 400 zarok bi rêyên qaçax wek koçberî îltica kirin.
Hate diyar kirin ku li gor sala derbasbûyî hejmara zarokên ku koçî Îsveçê kirine ji sedî 93 zêde bûye. Li gor rapora Daîreya Koçberan a Îsveçê di meha Pûşberê de hejmara zarokên ku bê tevberî ji welatên cihana 3'emîn bi rêyên qaçax derbasî Îsveçê bûye gihiştiye hezar û 400'î. Hejmara zarokên ku di 6 meha sala 2014'an de bê tevberî hatine Îsveçê 4 hezar û 546, di 6 meha 2015'an de jî ev hejmar li gor sala derbas bûyî ji sedî 93 zêde bûye.
Li gor raporê hezar û 400 zarokên ku di meha Pûşberê de koç kirine piranî ji welatên wek Eritrea, Somalî û Efganistanê ne. Her wiha hate zanîn ku di hejmara zarokên ji Sûrî hatine kêmahî çêbûye. Di raporê de hate diyar kirin ku di sala 2014'an de hejmara zarokên koçber ku 7 hezar û 49 e, heta dawiya 2015'an wê 15 hezaran derbas bike.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku sala derbas bûyî mûlteciyên ku ji Sûrî hatine Îsveçê 81 hezar û 300 e, ev hejmar wê îsal bigihîje 100 hezarî.
(ch)