Jinên Zanîngehê: Li hember tundiya mêran parastina cewherî şert e!

11:21

JINHA

STENBOL - Jinên zanîngehê bal kişandin ser tundiya mêran û zimanê deshilat yê mêrên siyasetmedar dixebitînin û diyar kirin ku divê jin li hember tundî, tacîz û tecawizê parastina cewherî pêş bixin.

Weke her navendên jiyanê şideta ser jinan û tacîza zayendî li zanîngehan jî berdewam e. Jinên Ciwan nêrînên jinênn di zanîngehê de ne û yê nava civakê nirxandin. Jinên Ciwan dan zanîn ku mêrên siyasetmedar zimanê deshilatiyê bikartînin, divê li hember hemû van pêkutiyan jin parastina cewherî pêş bixînin.

'Di zanîngehê de jinbûn zor e'

Xwendekara Pola 1'emîn a Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Stenbolê Şazene Rumeysa destnîşan kir ku navê qirkirinên jinan tenê weke "cînayetên jinan" didin û wiha got: "Qirkirinên jinan encama şideta ser jinan e. Saziyên dewletê di vê mijarê de ewlehiyê baş nagirin. Ev sedemên cînayetên li ser jinan in. Herî zêde xwendekarên zanîngehê di vê mijarê de şahidiyê dikin. Di vî welatî û vê zanîngehê de jinbûn gelek zor e."

'Em hewldidin li zanîngehê parastina cewherî pêşbixin'

Xwendekara Pola 2'emîn a Beşa Antropolajiyê ya Zanîngeha Stenbolê Zeynep Deniz Aslan jî anî ziman ku di biniya qirkirinên jinan de deshilatiya mêran heye û axaftina wiha domand: "Di vî welatî de mêr darazê bi rê ve dibin. Hêza jinan yekbûn û rêxistinbûnê mezin dike. Parastina cewherî mafek e. Em hewldidin di nava zanîngehê de parastina cewherî pêş bixin. Weke jinên Mor Kaktusê li Zanîngeha Stenbolê em hînbûn ku hevalek me rastî tacîza devki hatiye. Em bi hevalên xwe re peyîvîn em hînbûn ku ew ne neçare bi heman mêrî re li heman zanîngehê bixwîne. Hinek jinên din jî hê ji destê heman mêrî tacîza devkî dîtine hene û hem hînbûn ku ew kes ji dibistanê hatiye durxistin. Em bi jinên ku bi me re di nava danûsitandinê re ketin nava peyîwendiyan û me tacîzcî ji dibistanê da durxistin."

'Em daxwaza maf nakin, heger nedin em ê bi xwe bigirin'

Xwendekara Pola 2'emîn a Beşa Felsefê ya Zanîngeha Stenbolê Nagihan Yigit jî anî ziman ku divê li hember qirkirinên jinan her roj jin rêxistinên xwe mezin bikin û wiha berdewam kir: "Jin mafê xwe ji dewletê naxwazin, heger nedin em ê bi xwe bidest bixin. Ji ber ku jin li kar digerin, bêkarî zêdeye. Ji ber ku mêr ji rêxistinbûyina jinan ditirsin, ewqas mudaxeleyî jiyana me dikin."

'Divê em di alî rastîn de rêxistinbûnê zêde bikin'

Xwendekara Pola 2'emîn a Beşa Felsefê ya Zanîngeha Stenbolê Hêvidar Yiles jî di derbarê qirkirinên jinan de axivî û wiha got: "Heger di roja me ya îro de qirkirinên jinan zêde dibe, ev çavkaniya xwe ji tirsa deshilatiya mêran ya ji rêxistinkirina jinan digire. Dema ku jinên ciwan yên zanîngehê xwe di aliyê rastîn de birêxistin bikin dê parastina xwe ya cewherî jî wê pêşde bibin. Wê demê em ê li hember pergala hişmendiya mêran mafê xwe bi dest bixînin. Li gel wê em di herêmên xwe de waneyên zayendiya civakî jî dikarin pêş bixin."

(zt/ch)