'Divê li hember tundiya mêran ewlehiyên pêşgirî were girtin'
11:38
JINHA
STENBOL - Ji Kolektîfa Kedê ya Jinan Filiz Çay diyar kir ku her roja diçe tundiya li ser jinan zêde dibe û digihîşe astekî bilind. Filiz da zanîn ku divê di bingeha mijara tundiya mêran baş were dahurandin û li hember şideta mêran pêşgirî were girtin.
Li her deverên cîhanê jin rastî tundiyê, tecawîzan û qetilkirinê tên. Ji Kolektîfa Kedê ya Jinan Filiz Çay da zanîn ku sedema polîtîkaya dewletê ya ser jinan encax wek deshilatiya mêran were bi nav kirin.
'Guherîn û veguherîna civakê neçariyeke'
Filiz balkişand ser cînayetên Ozgecan Aslan û Cansu Kaya û wiha got: "Koma jinan ya hatî avakirin divê guherînên zagonî bişopînin. Dê bi vî awayî koma jinan wê karibin zagonên xwe ava bikin. Hikumet kî dibe bila bibe em ê daxwazên xwe yên di derbarê cînayetên jinan de berdewam bikin."
' Hikûmet hemberî qetilkirina jinan helwestek nîşan nade'
Cemre Baytok ya Endamê Kollektîfa Femînîstên Stenbolê û ji Kollektîfa Femînîstên Sosyalîstan e, der barê qetilkirina Cansu Kaya de axivî û da zanîn ku eleqaya medyayê ya hemberî kuştina Cansu ji ber şibandina qetilkirina Ozgecan Aslan bûye û got: '' Bi qetilkirina Cansu ya hovane qetlîama ku li hember jinan pêk tê careke din ket rojeva me hemûyan.'' Cemre axaftina xwe wiha domand: ''Zagonên Tirkiyê ji bo darizandina kesên ku jinan qetildikin re têr nake û hikûmet jî li hember qetilkirina jinan helwestek nîşan nade'
'Tundiya mêran diyarokek hevgirtî ye'
Cemre destnîşan kir ku tundiya mêran diyarokek hevgirtî ye û tenê bi sazkirina zagonan nikarin bigrin dest. Cemre anî ziman ku divê bala raya giştî ji bo wekheviya jin û mêran were kişandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Hikûmet ji kîjan partîyan pêk were ferq nake, em ê daxwazên xwe yên mafdar bînin ziman û ji bo vê têbikoşin.''
(zt/ch)