'Hacîre evîndarê çiya bû'
13:13
Nûrcan Yalçin / JINHA
AMED - Hacîre Kurt (Newal Ferqîn) di temenê biçûk de tundiya dewletê dibîne û beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Hacîre ya 27 salî li bajaroka Mebruka ya Hesekê di encama pêvçûna di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dide. Xweşka Hacîre Sadiye Gûneylî bi lêv kir ku Hacîre xwedî jiyanek dagirtî û evîndara çiyan bû.
Şervana YPJ'ê Hacîre Kurt (Newal Farqîn) li bajaroka Mebruka ya Hesekê ya Kantona Cîzîrê di encama pêvçûna li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Hacîre Kurt di sala 1988'an de li gundê Cadê ya navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinê. Malbata Hacîre di salên 90'an de ji ber tundiya dewletê neçar mane ku ji Farqînê koçî navenda bajarê Amedê bibin. Di wê demê de Hecîre hê temenê wê 7 salî bûye û li Amedê dest bi xwendinê kiriye. Hacîre ya ku di temenê xwe ya biçûk de dayîka xwe winda dike, piştî ku zanîngeh diqedîne diçe fêrgehê. Hacîre di sala 2007'an de ji Beşa Edebiyatê ya Zanîngeha Dîlokê mezûn dibe. Ji ber ku li bajarê Dîlokê gelek caran xwendekarên Kurd rastî êrîşên nîjadperestî tên, ew gelek pê bi bandor dibe û lêgerînên xwe yên jiyanê bi hêztir dike. Hacîre li ser vê yekê di sala xwe ya duyemin de biryara tevlîbûna PKK'ê digre û di Îlona 2009'an de berê xwe dide çiya.
'Hacîre di temenê biçûk de tundiya dewletê dîtibû'
Xwîşka Hacîre Sadiye Gûneylî, anî ziman ku ew him dayîk, him jî xwîşka Hacîre bûye û got: " Hacîre hê 14 salî bû me dayîka xwe winda kir. Hacîre ji zaroktiya xwe ve ji xwendinê gelek hezdikir û jinek jîr bû. Hacîre di malbatê de zaroka ya herî biçûk bû. Ji alî der û dora xwe ve pir dihat heskirin û bi rêz nêzî her kes dibû. Hacîre tu caran zaroktiya xwe jiyan nekir . Di temenê xwe yê biçûk de rastî tundiya dewletê tê. Hacîre hê 7 salî bû gundê me hat şewitandin, li ser vê yekê me koçî Farqînê kir, piştre jî em derbasî Amedê bûn. Hacîre piştî mirina dayîka min gelek bê deng bû û bi hestiyarî nêzî her tiştî dibû. Ez mezinê malê bûm û min Hacîre jî mezin kir. Ji ber vê yekê Hacîre gelek bi min ve girêdayî bû."
'Hacîre evîndara çiya û gerîllayan bû'
Sadiye da zanîn ku Hacîre evîndarê çiyan bû û wiha dom kir: "Me Hacîre girêbida jî ew li mal rûnedinişt. Ew ji zaroktiya xwe ve evîndara çiyan bû. Hacîre her dem hesta wek ew ne aîdî vê jiyanê be dida me. Gelek bi coş bû. Di demê zehmetiyên me de jî tiştek peyda dikir ku moralên me xweş bikira. Piştî ku tevlî PKK'ê bû tu caran me agahî jê negirt. Dema min agahiya şahedeta wê bihîst, ez gelek pê bi bandor bûm. Ez niha du êşan di nava hev de dijîm. Lewre ez him dayik, him jî xwîşka Hacîre bûm."
(rc/ch)