Çeteyên DAIŞ'ê peykerên li Palmîra hilweşandin

14:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê şûnwar û bermahiyên dîrokî yên Palmîra ku demek berê dagirkiribû wêran dike.

Piştî ku li Musilê çeteyên DAIŞ'ê bermahî û şûnwarên dîrokî teqandin û hilweşandin, vê carê berê xwe dan bermahiyên Palmîra. Çeteyên DAİŞ'ê hin peykerên dîrokî yên Palmîrayê ku îdda dikin bi kesekî re girtine wêran dikin.. Her wiha kesên ku dê peyker bi qaçaxî derxistibana jî rastî îşkenceyan hatiye.

DAİŞ berî vê jî li gelek bajarên dîrokî de berheman weran dikir, niha jî li bajara Palmîra berhemên dîrokî hildiweşînin. Hate zanîn ku çeteyên DAİŞ'ê li bajara Palmîra ya nêzî Tedmûrê ye peykerek şêr a 2 hezar salî perçe kirine.

Der heqê mijarê de Midûriyeta Giştî ya Mûze û Berhemên Dîrokî ya Sûrî Memûn Abdûlkerîm axivî û da zanîn ku çeteyan berhemek dîrokî ya bêhempa hilweşandine. Memnûn wiha axivî: '' Çeteyên DAİŞ'ê roja şemiyê peykera şêr ya wek El-Lat tê bi navkirin, di 3 metre dirêjahî û 15 ton giranî de bû û xwedî dîrokek 2 hezar salan bû hilweşandin. Çeteyên DAİŞ'ê ev sucê herî girane ku li hemberî mîrateya Palmîra hatiye kirin e.''

Çeteyên DIAŞ'ê li Îraqê jî bermahî û şûnwarên dîrokî hilweşandin û tunekirin. Niha jî bajarê Tedmur ya nêzî Palmîra ye di destê wan de ye û dîroka bajar bi xeteriyeke mezin re rû bir û ye.
(ch)