Jinan banga meşa aştiyê kirin
15:10
JINHA
STENBOL - KJA yê banga meşa ku ji bo tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Şengal û Kobanê ji aliyê BÎGK'ê ve bê lidarxistin kirin.
Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê bi jinan re hatin cem hev û civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê hatin şermezarkirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Erdem di civînê de axivî û diyar kir ku dewlet ji jiyana nû ya li Rojava ditirse û ji ber wê yekê nîqaşên avakirina "Herêma tampon" dike. Ayşe ji bo meşa ku dê sibê di saet 04.30'an de li Meydana Taksimê ya Stenbolê ji aliyê Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê (BÎGK) wê bê lidarxistin kir. Pişt re Endama KJA'yê Denîz Şîmşek metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi îşkenceyên dike li Şengal û Rojava gel û çanda gel tune dike.
Denîz anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê sûcên mirovahiyê kirin û hê jî dikin. Denîz da zanîn ku şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedanekî bêhempa li dar xist û berxwedana Kobanê ji gelek welatên biyanî piştgirî girt û têkoşîna wê vegeriya têkoşîna enternasyonel. Denîz bi lêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê zêdehî 250 jin û zarok qetil kirin û wiha got: "Kobanê li gel gef û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê ber xwe dide, PYD ber xwe dide. Ji bo mirovahiyê ber xwe didin. " Denîz destnîşan kir ku di demên dawî de maseya pêvajoya çareseriyê tune hat hesibandin û bi gotinên nefretê polîtîkayên şer li hemberî gelê Kurd pêk tên û wiha axivî: "Hikûmet û çapemeniya wê bi qêrînan dixwaze li ser erdnîgariya Kurdistanê operasyon çê bike û bi daxwazên çêkirina herêmên tampon dixwaze bikeve cihên ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin."
Denîz balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku ew dê her tim piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Ocalan ve hat destpêkirin û wiha axivî: "Em dê li hemberî kesên dixwazin şer derbixin dengê xwe yê aştiyê bilind bikin."
(zt/ch)