Heyeta Îmraliyê: Tecrîd divê bi dawî bibe, pêvajo berdewam bike
15:35
JINHA
ENQERE- Heyeta Îmraliyê bi daxuyaniyekê xwest, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tavilî bê rakirin û bang li hêzên aştî û demokrasiyê kir ku bi berpirsyarî rabin. Heyetê ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên xwe yên şer berdin.
Heyeta Îmraliyê ya ji parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û aktîvîsta KJA Ceylan Bagriyanik pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Pêvajoya Çareseriyê ya yekser bandorê li aştiya herêmî û pêşeroja demokratîk a welat û herêma me dike ev 2 sal û nîv in tê meşandin. Ji bo rewşa xetimandî ya pêvajoyê ji holê bê rakirin, Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê em ketin nava hewldanên mezin" û wiha berdewam kirin:
'Sedema xitimandina pêvajoya aşitiyê Erdogan e.'
"Weke ku tê zanîn di civîna dawî ya li Îmraliyê de, Birêz Ocalan, Heyeta Dewletê û Heyeta me lê amade bûn, li ser mijara avakirina Heyeteke Şopandinê biryara hevpar hat girtin. Di heman demê de biryar hat dayîn ku ev Heyeta Şopandinê, hefteyek piştî xwendina Belavoka Newrozê ya Birêz Ocalan biçe Giravê. Birêz Ocalan da xuyakirin ku eger bi vî rengî muzakereyên fermî dest pê bikin û di xalên hevpar de lihevkirineke pîvanî pêk were, ji bo li şûna têkoşîna çekdarî ya li hemberî dewletê têkoşîna siyasî ya demokratîk esas were girtin ew ê banga civandina kongreyê li PKK'ê bike. Metna mutebeqetê ya li Qesra Dolmabahçeyê, ji bo hemû şer û pevçûnên tevahiya dîroka komarê bi aştiyeke mayînde û demokrasiyeke hêjayî gelên me werin tacîdarkirin, gava seretayî ya bi wesf bû. Nêzîkatiya Serokkomar Erdogan ku pêvajoya muzakereyê tine hesiband, mutebeqeta Dolmabahçeyê şaş dît, Heyeta Şopandinê nas nekir û di dawî de jî pirsgirêka Kurd tine hesiband, rê li ber rewşeke mezin a xetimandî vekir. Li gel van gotin û polîtîkayan li hemberî xebatên siyasî yên partiya me, li çar aliyên welêt êrîş hatin kirin û vê rewşê, der heqê pêşeroja Pêvajoya Çareseriyê de fikar û gumanên mezin afirand. Helwestên provokatîf ên her roj alozî sor kir, rê li ber kaos û pevçûnan vekir, di hilbijartinên 7'ê Pûşberê de bi sekna dîrokî ya gelên me re politikaya wî îflas kir. Ev hilbijartin nûbûna rojeva muzakere, çareserî û aştiyê ye. Provokasyona heman piştî hilbijartinê li Amedê hat kirin, nîşaneya helwesta dijberiya aştiyê ye. Ev helwest, di oxira aştî û çareseriyê de ji aliyê heyeta me, partiya me û gelên me ve bi baldarî û berpirsyariyeke mezin hat şopandin. Em careke din dixwazin diyar bikin ku yekane armanca vê berpirsyariya me nîşan da ku em dixwazin aştî bi şêweyekî usa reh berde nava xakê ku careke din ji vê xakê ranebe. Bi vê feraseta ji berpirsyariya dîrokî re em hewl didin nêzîkatiyên bêberpirsyarî yên li dijî Pêvajoya Çareseriyê yên hikûmet û dewletê ji holê rakin. Tecrîda li ser mîmarê vî karî Birêz Ocalan û astengiya li pêşiya çûyîna heyeta me ji bo Giravê, dewam dikin. Tevî vê yekê, gefên şer ên di çarçoveya Rojava û Sûriyeyê de li herêmê tên xwarin û pêvajoyên operasyonî yên dikarin rewşa bêpevçûniyê ji holê rake, ji aliyê pêvajoya Çareseriyê ve divê weke sînyalên gelekî cidî yên hişyariyê bên nirxandin. Ji ber vê yekê, di pêvajoya avakirina koalîsyonê de meşandina nîqaşên li ser şer, weke xaleke sereke û helwesta AKP'ê ya ku şertê bidawîkirina Pêvajoya Çareseriyê weke xaleke ji rêzê ya bazariyê dibîne, nîşan didin ku ji aliyê aştiya civakî û pêşeroja me ya demokratîk ve nîşaneyên alarmê dest pê kirine."
'Tecrîda li ser Birêz Ocalan divê bi tavil bê rakirin.'
Heyeta Îmraliyê diyar kir ku ew dixwazin bîr û baweriya xwe bi raya giştî re parve bikin ku eger siyaseta demokratîk beriya her tiştî bê tercîhkirin, Pêvajoya Çareseriyê dikare bigihêje aştiyeke mayînde û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Heyetê got, "Beriya her tiştî xala herî girîng û lezgîne ku astengiyên li pêşiya çûyîna Heyeta me ji bo Îmraliyê bên rakirin û dawî li konsepta tecrîda li ser Birêz Ocalan were anîn. Di heman demê de divê mekanîzmayên muzakereyê bi lez û bez werin avakirin û dest ji şaşitiya ku xebatên Pêvajoya Çareseriyê weke mijareke bazariyê ji bo avakirina hikûmetê tê dîtin, bê berdan. Formula hikûmeta nû çi dibe bila bibe, em di wê baweriyê de ne ku divê Pêvajoya Çareseriyê bibe polîtîkayeke dewletê, were parastin û rewşa bêpevçûniyê ya ku yekane destketiya şênber a vê pêvajoyê ye, dewam bike. Di polîtîkayên ji bo hundir û derve de, li ser bingeha jiyaneke azad û welatîbûna wekhev a gelan, hewldanên dîplomatîk ên aştiyane bên dayîn. Ji ber nêzîkatiya saziyên dewlet û hikûmetê yên gumanbar, weke heyeta Îmraliyê em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em di nava amadekariya destpêkirina pêngaveke bi vî rengî ya siyasî de ne. Bicihanîna plansaziyeke li gorî vê berpirsyariyê, em weke wezîfeyeke xwe ya li pêşberî dîrokê û gelên xwe dibînin."
'Dewlet divê dev ji planên şer û pevçûnê berde'
Heyet, di dawiya daxuyaniyê de wiha got:
"Em dixwazin bêjin ku di vê çarçoveyê de bi mîtîngên mezin ên aşitiyê yên bi beşdariya partiya me û rêxistinên civakî yên sivîl re, em dikarin dest li vê rêveçûna gumanbar berdin û vîna aştiyê ya gelên me bi şêweyê ku karibe pêşî li rewşa şer û kaosê bigire, nîşan bidin. Di vê mijarê de em bang li hêzên aştî û demokrasiyê dikin ku bi heman berpirsyariyê rabin û ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên xwe yên şer berde.
Yekane rastiya encamên ji hilbijartinê derket, ku ne cihê nîqaşê ye, li dijî feraseta dijberên demokrasî û aştiyê hişyariya dîrokî ye. Bêyî dereng bimîne, bêyî bêvila welatiyekî me xwîn bibe, pêkane ku em pêngaveke aştiyê ya herêmî bidin destpêkirin."
(ch)