‘Çekên cerdevanan îcar berê xwe dane jinan’

09:42

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Li Qilebanê xwekuştinên jinan ya bi çekên cerdavanan her ku diçe zêde dibe. Di nava du mehê dawî de hat îdakirin ku du jinên ciwan bi çekên cerdevanan xwe kuştine. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zahîde, Zeynep Kayaş diyar kir ku demekî dewletê bi van çekan Kurdan bi Kurda didan kuştin niha jî berê wan daye jinan.

Li navçeya Qilaban a Şirnexê jin bi çekên cerdavanan tên kuştin. Di salê 90'an de dewletê ji bo ku bi PKK’ê re şer bike li gelek herêman bi darê zorê gel kirin cerdavan. Dewletê bi vî awayî demek dirêj kurd bi kurdan da kuştin. Niha jî bi heman çekan jin tê kuştin. Li navçeya Qilabanê di nava du mehê dawî de 2 jinên ciwan bi çekên cerdevanan hatin qetilkirin. Zehra Arga ya 14 salî di 16 Gulanê de li navenda Qilebanê, Çîmen Kara ya 17 salî jî di 16 Pûşberê de li gundê Qilabanê bi navê Baglıca hat îdakirin ku xwe kuştine. Xebatkerên Navenda Şêwirmendiya Jinan Zahîde destnîşan kir ku par jî heman bûyer qewimîne û ev yek wan dixe nava fikaran. Xebatkara navendê Eda Bezincir diyar kir ku dewlet ji van çekan berpirsiyare û pêwistê ji bo ku pêşî li van bûyeran bigre zagonên pêwist derxîne.

‘Ji bo serê birayê xwe dengê xwe neke’

Eda Bazencir da zanîn ku di demê dawî de bi taybetê jinên ciwan li Qilabanê xwe dikujin û wiha axivî: "Par jî vê demê du jinên ku temenê wan biçuk xwe kuştin ev yek me dixe nava fikaran. Me hîn lêkolîn kir, me dît hişmendiya baviksalarî pêşiya vê yekê vedike.” Eda anî ziman ku dema wan lêkolîn kirine malbatan gotiye deruniya wan xera be; lê deruniya wan zarokan jî dîsa civak xera dike. Eda axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me li ser xwe kuştina Zehra lêkolîn kir. Me fam kir ku Zehra piştî wêneyê xwe li ser facebookê parve kiriye birayê wê pê re dikeve nîkaşê û piştre Zehra xwe dikuje.” Eda çavderêyên xwe yên dema ku li ser bûyerê lêkolîn dikir jî wiha anî ziman: "Dema em çûn nexweşxanê xwîşka Zehra li hember kesên ku çeka cerdavaniyê dane wan nerazîbûn nîşan dida; lê diya wê jê re digot: 'Dengê xwe neke ji bo serê birayê xwe dengê xwe neke’ ” Eda destnişan kir ku ew difikirin divê bûyerê de bandora birayê Zehra gelek e û wiha got: "Digotin dersê wê nebaşin lê sebep ne ew bû. Di bûyera Çîmen Kara de jî sucdar kirinek ne rast lê tê kirin û ew jî li hember vê yekê xwe dikuje.”

‘Hişmendiya desthilatiya dewletê jinê neçarî xwe kuştinê dike’

Eda der barê bûyerên salên berê qewimîne jî kir û got ku par jî rastî jinek neçarî xwe kuştinê hatiye kirin. Eda bi lêv kir ku li gorî agahiyên ew gihiştinê malbat ji bo ew jin xwe bikuje zext li serê wê kiriye û wiha got: "Ji ber ku tiştekî şênber di destê me de tune bû me nikarîbû serî li dozgeriyê bida.” Eda da zanîn ku ji ber jin xwe bi çekên cerdevanan dikujin rastiya bûyerê dernakeve holê û wiha berdewam kir: "Di bûyerên qetilkirinên jinan de malbat dibêjin xwe kuştiye û di dawiyê de weke xwe kuştinê didin xuya kirin.” Eda got ku her çiqas bûyerên xwe kuştinên bi çekên cerdevanan zêde bin jî wek zagonî ji bo pêşîlêgirtinên ti gav nayên avêtin û wiha pê de çu: "Di vê mijarê de zagon kêm dimînin. Dema em li van bûyeran dinêrin em hişmendiya baviksalarî û hişmendiya dewletê dibînin.”

‘Mirin ne çareye divê jin bi hêz ber xwe bidin’

Eda balkişand ser doza Nevîn Yildirim a ku ji ber mêrê tecawûzî wê kiribû kuştiye cezayê muebetê girtibû û wiha got: "Dema rewşên wiha diqewimin mafê xwe parastinê ji jinê tê sitendin.” Eda diyar kir ku dema jin digihîjin hev hêzek mezin derdikeve û wiha bang li jinan kir: "Xwe bi tenê hîs nekin em ji bo piştgiriyê amade ne. Mirin ne çareye divê jin bi hêz li ber xwe bidin. Em dizanin ku dema jin werin cem hev tiştek nikaribin bikin tune ye. Em li vir in û ji bo alîkariyê çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Jin êdî bêdeng namînin’

Xebatkara şêwirmendiya Jinan Zeynep Kayaş jî diyar kir ku li Şirnexê pirsgirêkên jinan gelek in û wiha axivî: "Berê jin li hember neheqiya ku lê dihat kirin bêdeng diman; lê niha hişmendiyek çêbûye û êdî jin tundiyê qebul nake” Zeynep da zanîn ku jin dema dixwazin ji hevserê xwe biqetin mehra mele pirsgirêka herî mezin e û ev tişt got: "Li herêma Şirnexê hatiye astekî lê hê pirsgirêkên jinan gelek in. Jin çiqas karibe xwe nas bike ewqas dikare ji pirsgirêkan re bibe bersiv. Dema em pirsgirêka çareser dikin jî çareserî disa dikeve ser milê jinan.”

‘Jin ne bi tenê ne’

Zeynep li ser xwe kuştinên jinan jî sekinî û da zanîn ku xwe kuştinê bi çekên cerdavanan gelek in û ev ne rewşek awarte ye û wiha pê de çu: "Berê bi van çekan bira bi bira didan kuştin, niha jî jin pê tê kuştin. Îro jina Kurd di Rojhilata Navîn de hêzek mezin e. Lê niha em dinêrin çekên cerdavanan berê xwe dane jinan. Dibêjin xwe kuştiye lê ne wisa ye berpirsiyarê van kuştinan him civake hem jî dewleta Tirk e” Zeyep got ku dema jin tûnebe tû wateya civakê tûne ye û pêwîste jin di ferqe hêza xwe ya taybet de be û ev tişt got: "Em di her warî de ji bo alîkariyê amedene û em dixwazin bibin bersiv ji civaka xwe û welatê xwe re.”

Zeynep di dawiya axaftina xwe de got ku jin wateya jiyanê ye, hebûn e, jiyanek bê jin nayê hizirandin û wiha dom kir: "Heger em evqas pir in çima em tûne tên hesibandin? Bersiva vê pirsê jî di heqîqeta jinê de ye. Ger jin heqîqeta xwe zanibe wê hebûna xwe zanibe. Ez serkeftinê ji hemû jinan re dixwazim.”

(zt/ch)