'Koma Jinan wê ji bo Wezareta Jinan tekoşînê bidin'

10:01

Beritan Elyakut/JINHA

AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku karê jinên HDP'ê destpêkê di Meclisê de avakirina koma jinan e û got: "Em ê bi jinên ji partiyên cuda re bên ba hev, bi armanca hişmendiya azadiya jinê em derbixînin, di hemû beşên xebatê de cîhgirtina jinan û ji bo wezareta jinê em ê di nava hewldanan de bin."

Bi ketina meclîsê ya 32 parlementerên jinên HDP'ê di serî de hewldanên di meclisa ku polîtîkayên deshilatdar berdewam kirî de Koma Jinên Meclisê avakirin e. Em bi Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan re ser xebatên wan yên meclisê axivîn û der heqê projeyên wan de agahî girtin. Nursel da zanîn ku di encama kedek mezin ya HDP û CHP'ê de Komisyona Fersenda Wekheviya Jin û Mêran hat avakirin, Koma Jinan jî bo destpêka xebatên me deskeftiyek şênber e.

'Destpêka xebatên me dê jin be'

Nursel destnîşan kir ku di 13 salên dawî de ji sedî 400 qirkirinên jinan zêde bûye, wan der barê vê mijarê de gelek caran pêşniyazname dane meclisê lê ji dewlet ji bo çareseriyê tû gav neavêtiye û axaftina xwe wiha domand: ''Xebatên me yên destpêkê yên ji bo avakirina koma parlementerên jin be û ji bo azadiya jinan li qadan têkoşîn dayin be. Em ê him di meclisê de ji bo guherîna zagonan û him jî li qadan xebatên van bidin meşandin. Li Tirkiyê yekem care Koma Jinan ava dibe. Weke tevgera jinan li Tirkiyê ji xwe her dem me xalên destpêkê xistine meriyetê û em ê di vê rêyê de berdewam bikin."

'Em li hember hişmendiya Wezîra Polîtîkaya Civak û Malbatê ne'

Nursel anî ziman ku sedema herî sereke ya avakirina Koma Jinan di herêmên jinan de xebatkirine û wiha berdewam kir: "Ji bo di herêmên jinan de xebat were desrpêkirin pêdivî bi Wezareta Jinan heye." Nursel bi lêv kir ku ew him li hember nav û him jî li hember hebûna Wezîra Polîtîkaya Civak û Malbatê ne û wiha dom kir: " Bi navê polîtîkayên civakî avakirina wezaretek nû gengaz e. Bêguman di gelek welatan de Wezîrê Polîtîkaya Civaki heye. Bi taybetî jî ji bo pêşeroja kesên xizan û bêkaran re alîkarî pêwîst e. Lê divê Wezareta Jinan cuda be."

'Divê hemû xebatkarên wezareta jinan jin bin'

Nursel axaftina xwe wiha domand: "Dema ku Wezareta Jinan hat avakirin navê wê nabe Wezareta Malbatê. Lewre feraseta li vê derê û nêrîna li jinan bi hişmendiya AKP'ê ye. Wezareta jinan ji bo maf û azadiya jinan kar nekiriye. Em di nava xebatan de Wezaretek Jinan ya hemû xebatkarên wê jin dixwazin. Ji bo wê jî weke Tirkiye em di cîhanê de bibin mînak. Taybetî jî bi hişmendiya hikumeta AKP'ê avakirina Wezareta Jinan pir zehmet e. Lê Wezareta jinan bi têkoşîna jinan dikare bê avakirin. Rêxistinên jinan û rêxistinên jinên feminist ên her diçin mezin dibin hene. Gelek jinên weke me difikirin di nava CHP'ê de jî hene. Em MHP'ê li aliyekê dihêlin. Ji xwe li wê 3-4 parlementerên jin hene. Hemû jî li gorî hişmendiya mêran tevdigerin. Em ê bi hêzek mezin Wezareta Jinan avabikin."

'Em ê hemû jinan têxin nava tekoşînê'

Nursel bi lêv kir ku sedemek din ya avakirina Wezareta Jinan di parlementoyê de girêdayî maf û azadiya jinan derxistina zagonan e û wiha got: "Ji ber wê jî divê em bi parlementerên jin ên partiyên din re di nava hevsengiyê de bin. Karê me yê destpêkê ya di parlamentoyê de ji bo maf û azadiya jinan bi parlementerên jin re civîn girtin e. Ez di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de nêrînên xwe yên siyasî li aliyekê dihêlim. Ji ber xwezaya xwe ya aşitîyane divê jin bi hev re tevbigerin. Heger em parlementerên jin di mijara çareserî û aştiyê de di parlementoyê de li hev bikin bêguman em ê bi lez rêyek din bigirin." Nursel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di nava civaka Tirkiyê de ji sedî 70 alîkariyê didin pêvajoya aşitiyê û dema ku alîkariya parlementerên jin ji bo aştiyê çêbibe dê ev rêje heya ji sedî 90 jî bilind bibe."

(zt/ch)