Naîm ê biçûk êdî ji DAIŞ'ê natirse

11:19

Tugba Akyılmaz /JINHA

ŞENGAL - Niştecihê gundê Xirbel Benat Marîn Hesen diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê derûniya kurê wî xirab bibû, lê bi hatina gerîllayên PKK'ê re rewaşa wî a derûnî baş bûye. Naîm Hesen anî ziman ku êdî ew çete di xewna xwe de nabîne û got: "Heval li vir hene, wê destûrê nedin çeteyan ku tiştek bikin. Dema mezin bûm ez ê jî bibim heval."

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê, herî zêdetir zarok ji qetlîam, şert û mercên koçberiyê bi bandor bûn. Naîm Hesen a 12'e salî ya ji gundê Xirbel Benat a Şengalê ye yek ji van zarokan e. Piştî êrîşên hovane ya çeteyên DAIŞ'ê a li ser gundê Til Ezer gelên Êzidî ya gundê Xirbel Benat bi xwe spartina çiyayê Şengalê karîne xwe ji qetilamê biparêzin. Her çiqas ji gundê Xirbel Benat kes ne ketibe destê çeteyên DAIŞ'ê lê tirsê ku zarokên gund jiyane li ser derûniya wan gelek bandor kiriye. Dayîka Naîm Hesen Marîn Hesen behsa derûniya êrîşê ya ku li ser wan pêkhatî kir. Marîn got ku dema êrîş destpêkir ji ber psîkolojiya ku 'çete hatin wê me jî qetilbikin' zaroka wê Naîm Hesen hişê xwe winda kiriye.


'Hişê xwe winda kir'

Marîn anî ziman ku di demê dagirkerina çeteyan de Naîm ji tirsa ranediza û her dem di xewa xwe de dipeyîvî û digot 'hatin' û wiha dom kir: "Di vê fermana ku rabû serê me de birçîbûn, tîbûn, tirs û rezaletî me dît. Me her tişt dît û jiyan kir. Kî dikare êşên dayîkên Şengalê hîs bikin? Zarokên ku ji mirinê rizgarbûn, derûniya wan xirab bûye. Kurê min ji tirsa hişê xwe winda kir." Marîn anî ziman ku di dema dagirkerina Şengalê de wan xwe spartine zozanên ku dikevin quntarê çiyayên Şengalê û xwe li wir demek veşartine lê ji ber tirsa çeteyan welatî her tim digotin 'çete hatin an wê werin' ev yek jî bu sedema ku Naîm hişê xwe winda bike.

'Li ser rê her tim li benda gerîllayan e'

Marîn bi lêv kir ku kurê wê mehek xwarin nexwariye û got: "Min av dida wî, her dem ranediza. Ji ber ku derûniya wî xirab bûbû li zarokan dida û her dem bi wan re şer dikir. Ji ber vê sedemê ez ji qehra xwe re her digriyam." Marîn da zanîn ku ew kurê xwe biriye ba bijîşkan û bi mudaxeleyên tibbî karîne xwarinê bidin wî. Marîn got ku ew nêzî mehek li nexweşxanê mane û wiha pê de çû: "Piştî wê dest bi xwarin xwarinê kir. Niha jî her diçe ser rê û li bendê derbasbûna gerîllayên PKK'ê dimînin." Marîn dema ku dipeyîvî rondik ji çavê wê dibarîn û digot: "Niha kurê min hîn baştir bûye. Ji hevalan gelek hez dike. Wê rojê gerîllayek hatibû ba me û ji Naîm re got li zarokan carek din nede. Ji wê demê ve êdî bi zarokan re şer nake. Xwarina xwe dixwe lê vê carê li cihê xwe rûnane. Mirov dibêje qey dixweze heyfa êşên derbasbûyî hilde."


'Dema ku mezin bûm ez ê jî bibim heval'

Naîm anî ziman ku piştî hatina gerîllayên PKK'ê êdî ew natirse û got: "Çeteyan derdora me girtin. Em reviyan û me sewalên xwe li pey xwe hiştin. Çeteyan dest danî ser hemû sewalên me. Em derketin çiyê. Ji her derê gule bi ser me da dibarî. Êdî ew deng ji ber guhê min nediçû. Gelek tirsiyam û serê min diêşiya. Min her dem çete di xewna xwe de didît. Di xewna min de digotin 'Em ê we hemûyan bikujin û jinan bibin.' Niha ez baş im. Êdî xewn nabînim û natirsim, çete jî newêrin werin vê derê lewre ji PKK'ê ditirsin. Heval li vir hene wê destûrê nedin çeteyan ku tiştek bikin. Ez ji hevalan gelek hez dikim, ew mirovên pir baş in. Dema mezin bûm ez ê jî bibim heval."


(rc/ch)