Dayikên Şemiyê: Pêşî gef lê xwarin piştre kuştin’

12:41

JINHA

ŞIRNEX- Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe ya 341’min de aqubeta Abdurrahman Yilmaz ê di bin çav de hate windekirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ku her hefte bi armanca aqubeta xizmên xwe yên ku di salên 90'î de bi aweyekî kujerên wan nediyar hatin kuştin bipirsin çalakî li da dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Kolana Hunerê pêk hat de saziyên wek Meya–Der, Kurdî- Der û Meclisa Dayikên Aşitiyê jî piştgirî dan. Di çalakiyê de albûma windeyan hate vekirin û Dayikên Şemiyê jî wêneyên xizmên xwe rakirin. Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe ya 341'emîn de aqubeta AbdurrahmanYilmaz ê di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Çîroka Aburahman Yilmaz ji aliyê rêvebirê MEYA-DER’ê Weysî Durgut ve hate xwendin. Weysî diyar kir ku Abdurrahîm dema di Gerinendetiya Îskan û Avdaniyê de dixebitî gelek caran gef lê hatiye xwarin.Kesên ku gef li Abdurrahman dikirin jî endamên JİTEM’ê Cemal Temizöz, itîrafkar Abdulhakim Güven, ( bi navê Kod Bedran,) Adem Yakin, kesê ku bi navê kod Ramazan Xoce tê nasîn e.

'İfadeyek min heye ez ê bidim û vegerim'

Weysî da zanîn ku Abdurrahman ji ber ku gefên lê hatî xwarin çûye cem dê û bavê xwe û li wir maye û wiha berdewam kir:” Abdurrahman rojek ji nişkave winde dibe û 5-6 rojan agahî jê nayê giritn. Piştre cenazê Abdurraman di 14 Sibata 1994 ‘de li ser rêya Şirnex û Cizîrê dê tê dîtin. Cenazeyê Abdurrahman tinin nexweşxana Cizîrê û li qirka Abdurarahman de şopa xenikandinê tê tesbit kirin û di serê de jî cihê gulê hebû.” Weysî bi lêv kir ku berî ku Abdurrahman bê kuştin sê çar roj berê cîranek wan wî li ber pira Cizîrê nêzî Qerekolê di maşîneyek marqeya Torosê dibîne û diçe jê re pirsa “Tu li vir çi dikî” dike. Li ser vê Abdurrahman jî dibêje “İfadeyek min heye ez ê bidim û vegerim.” Lê carek din tu agahî ji Abdurrahman nayê girtin.

'Kujer kesên ku ser navê dewletê dixebitin e'

Piştî Weysî nûnerê İHD’ê Abdulkerim Pusat axivî û got ku failê Abdurrahman Cemal Temîzoz û çeqelê wî ne û axaftina xwe wiha domand: “Li vî welatî kesên ku li ser navê dewletê xebatê kirine van kuştin û işkenceyan pêk anîne û ev zilm hê jî berdewam dike. Hin kes bi navê meletî hatin û di mizgeftan de serê xelkê jê kirin. Kesên wek Remazan Xoce, Wek Cebbar, wek Adem, Firat û Ferît... navên cuda li xwe dikirin û qetliaman pêk dianîn” Abdulkerim diyar kir ku berpirsiyara derxistina failan berpirsiyariya parlamento û dozgeriyê ye. Abdulkerim li ser rewşa girtiyê nexweş jî sekinî û bal kişand ku nexweşxane rapor dinivîse jî girtiyên nexweş nayên berdan. Abdulkerim li ser doza Nihat Kazanhan ku çend roj berê hat dîtin jî sekinî û wiha got: “Polîsên ku wî kuştine dibêjin me nedîtiye, me nekiriye. Em jî dibêjin, we bi hev re kir, we Umît Kurt jî kuşt, lewre wêne yên wan li ber çavên me ne. Em hêvîdarin ku kujerên zarokan û faîlên kujerên wan nediyar wê rojek cezayên xwe bibîbinin''

Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê 5 dq çalakiya runiştinê pêk anîn û bi dirûşman belav bûn.

(ma/ch)