Saziya Tendurustiya Cîhanê: Şer sedema xwekuştina jinên Kurd e

14:37

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN- Li gor saziya Tendurustiya Cîhanê yek ji sedemên daketina asta jiyana gel di hemû cîhanê de rewşa derûnî ya melankonîk û xemgînî ye.

Rewşa derûnî ya melankonîk şêwazê jiyana civakê bi awayekî raste rast bandor dike. Her wiha yek ji sedemên xwekuştina mirovan di cîhanê de jî ev e.

Li gor Saziya Tendursutiya Cîhanê li Iraqê û Îranê bi taybet jinên Kurd ji hemû netewên din zêdetir xwe dikujin û di vê derbarê de gelek kêm lêkolîn hatine kirin. Li gor vê saziyê gelek jinên ku ji bo xwekuştinê, xwe dişewitînin û gelek caran jî jiyana xwe jidest nadin, bi gelek êşan re rû bi rû dimînin.

Hin saziyên Tendursutî yên Îranê îdia dikin ku rêjeya xwekuştina jinên Kurd li bajarê Îlam û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê kêm bûye lê hê jî li Rojhilat û Başûrê Kuridstanê rêjeya xwekuştin an jî kuştina jinan gelekî zêde ye.

'Şer sedema sereke ya nexweşiyên derûnî ye'

Her wiha li gor lêkolîna Mesûme Dejman ku bi alîkariya wezareta Tendurstiya Îranê û zanîngeha Carolinska ya welatê Swêdê jin û mêrên Kurd ku beşdarî vê lêkolînê bûne, şer wek yek ji sedemên sereke yê nexweşiya derûnî ya melankolîk(xemgînî) yê dibînin. Di rewşekê ku netewên din wek Fars û Tirk behsa sedema şer ya vê nexweşiyê nakin.

Li gor lêkolîna Mesûme Dejman şer di gelek mijaran de ku dibe sedema ji dest dayîna hezkirî û mal, cih û warê mirovan û darbeyek mezin a rûhî li mirovan dide. Her wiha destdirêjî, şîddet û talan jî yek ji sedema vê rewşê ye, ezmûnên ku mirov pê re rû bi rû dimînin dibe sedema xemgînî û têkçûna derûniya wan.

Li gor Saziya Tendûristiya Cîhanê dirêjbûyina şer jî wek ji sedemên çêbûna nexweşiya melankonîk di jin û mêrên Kurd de ye û wiha berdewam dike: "Kurdên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê wek netewekî di jiyana rojane de bi gelek bêedaletiyên civakî, cudaxwazî, hejarî û hwd re rû bi rû dimînin. Kurdên Iraq û Îranê jî bi salane rastî van bêhiqûqî tên û berdewamiya şer bandorek mezin li ser wan dike."

(ch)