Enes ê 6 rojin windaye cenazê wî hate dîtin
14:58
JINHA
ÎDIR - Cenazeyê Enes ê 6 salî ku ev 6 rojin li gundê Guluce yê navçeya Tuzluca ya Îdirê windabûyî ye, di nava torbeyekê de di axura malekê de binaxkirî hat dîtin.
Dema ku Enes ê 6 salî ku li gundê Guluce yê navçeya Tuzluca ya Îdirê dijî ji bo lîstinê derket derve winda bû. Di roja 6 an de di lêgerîna navçeya Tuzlucayê de cenazeyê Enes di torbeyekê de binaxkirî di axura malekî de hat dîtin. Li gorî ekîbên lêgerînê yên ji Enqereyê hatî li gel kuçikên perwerdekirî digeriyan, hat îdiakirin ku qatîlê Enes xizmê wan G. Tosun e, cenazê destpêkê di axura mala xwe de diveşêre paşê jî ji wê derdixe dibe zêviya kartolan de vedişêre.
Herêma cenaze lê hat dîtin ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û leşker nahêle ku kes biçe wê herêmê ku heta dozger bê were û lêkolîn bike. Dema ku dayika Enes Bahar Tosun û bavê wî Metîn Tosun agahiya dîtina cenazeyê zaroka xwe bihîstin li ser xwe çun û ew rakirin Nexweşxana Dewletê ya Tuzlucayê.
Dema ku cenaze hat dîtin qatîl G. Tosun reviya, xebatên lêgerînê hê berdewam dike.
(zt/ch)