Malbatên mexdurên HES'ê wê dest bi gireva birçîbûnê bikin
15:05
JINHA
DÊRSIM - Malbata Arduç ya ku bûne mexdurên HES û Bendava Pembelik ê ku di sala 2008'an de di navbera Xerpêt û Dêrsimê de dest bi sazumaniya wê hatî kirin wê dest bi gireva birçîbûnê bikin.
Pirojeya HES û Bendava Pembelik ên di sala 2008'an de di navbera Xerpêt û Dêrsimê de dest bi sazumaniya wê hatî kirin hê çêkirina wê berdewam dike. Malbata Arduç a ku ji projeyê ziyanê dibînin ji bo dengê xwe bi raya giştî bidin bihîstin dê sibê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Li gorî malbatê ser hesabê xwe yê medyaya komî parve kirî her çendî berpirsê wan e serî li saziyên peyîwendîdar dane jî lê tû agahî negirtine û wiha hate gotin: "Ev saleke em li Ilisuyê mexdurin. Hemû mafên me yên civakî tên binpêkirin. Li gel hemû serlêdanan jî tû rêyên çareseriyê nehatin dîtin."
Malbatê da zanîn ku ew hemû binpêkirinên mafan ên ser wan tên kirin şermezar dikin û wê sibê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Malbata Arduç bang li hemû derdorên peywendîdar kirin ku alîkariyê bidin çalakiya wan.
(zt/ch)