Li Kobanê û Girê Spî 24 çete hatin kuştin

15:47

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên rojekê de 24 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku 3 şervanên wan û 2 şervanên Artêşa Azad jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG'ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand.Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG'ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye:

''Operasyonên hêzên me ya ku li hember qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya li Başûre Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike.
Hêzên me şevê din li Başûre Kobanê, li hember gundê Serêkaniyê operasyonek lidarxistin. Li gund pevçunên dijwar û sing bi sing hatin jiyankirin û hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Di encama pevçunên vê gundî de qasî hat zelalkirin 18 endame çeteyan hatiye kuştin, 12 çete jî hatiye birîndarkirin.
Pevçunên li gundê Serêkaniyê de 3 rêhevale me ku bi rihê fedaîtî li dijî çeteyan şer dikirin gihiştin şehadete.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê, derdora seat 20.00'an de li Rojhilatê Girê Spî, jî li hember gundêkî ku ewlekariyê wî ji aliye şervanên Arteşa Azad ve dihat girtin êrîşên xwekujî lidarxistin. Çeteyan destpêke maşînekî teqemenî li gundê Qinetra ku li ser sînore Tirkiyê ye diteqînin. Ji ber ku tedbîrên ewlekariye hatiye girtin ev teqandin zirarê neda şervanan. Piştî vê teqandine 4 çeteyên ku madeyên teqemenî li ser xwe ve gireda bûn êrîşên xwekujî pêkanîn. Di vê êrîşê de 2 şervanên Arteşa Azad gihiştin şehadete. Di vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 6 endamen çeteyan hatine kuştin.''

(ch)