Kujera Enes ê 6 salî hate dîtin

18:26

JINHA

ÎDIR -Enes Tosûn ya 6 roje windekiriye û cenazeya wî di baxçeya pismamê wî de hatibû dîtin hate diyar kirin ku kujerê wî hevsera pismamê wî G. Tosun e.


Li gundê Gulluce ya girêdayî navçeya Tuzluca ya İdirê ye zarokê bi navê Enes Tosun ya 6 salî ji 28'ê Pûşberê heta niha windayî bû û cenazeya wî îro di baxçê pismamê wî de derket, hate diyar kirin ku kujerê wî hevsera pismamê bavê wî Metîn Tosun, G.Tosun e. G.Tosun (35), ji alî cendermeyan ve bi gumana bersuca Enese dihate gerandin nêzî gundê İncesu hate dîtin û piştre hate binçav kirin. G.tosun, bi hevserê wê M.Tosun re ji bo îfade dayinê birin Fermandariya Cendermeya Tuzlucayê û hate zanîn ku G. Tosun di îfadeyê de sucê xwe pejirandiye.

Îfadeya G.tosûn û M. Tosun ya li Fermandariya Cendermeya Tuzlucayê berdewam dike û cenazeya Enes Tosun jî ji bo otopsiye rakirin Saziya Tibba Edlî ya Erzûrumê.

(ch)