Dayikên Aşitiyê 16 salin ber xwe didin

09:01

Nurcan Yalçın / JINHA

AMED - Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya ev 16 salin bênavber têkoşîna xwe berdewam dikin diyar kirin ku li gel hemû êş û tûndiya wan kişandiye tû carî paşde gav neavêtine û gotin: "Ev 3 salin agirbest heye, lê em her roj cenazê zarokên xwe pêşewazî dikin. Hikumeta AKP'ê li gorî polîtîkaya xwe şerê Rojava dide meşandin û dixwazin li wê kurdan biqedînin."

Di sala 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di serî de Stenbol û Amedê Dayîkên Aştiyê xwe li gelek navendan bi rêxistin kirin. Ev 16 salin bê navber xebatên xwe berdewam dikin. 13 salan Dayîkên Aştiyê weke însiyatîf xebatên xwe bi rê ve birin. Di 2'emîn Kongreya Dayîkên Aştiyê ya di 5-6'ê Cotmeha sala 2013'an de hatî lidarxistin de biryara meclisbûnê hat girtin. Ev 40 salin dayîkên zarokên wan gerila, şehîd, di faîlên kiriyar nediyar de winda bûne û girtîne hatine ba hev weke Meclisa Dayîkên Aştiyê li hember şer dibêjin "aşitî". Dayîkên Aştiyê dan zanîn ku di sala 2012'an de agirbesta du alî dest pê kir êdî li Tirkiyê dest bi gotinên weke 'Êdî cenaze nayên Tirkiyê' hatin kirin, lê hikumeta AKP'ê vê carê berê polîtîkaya xwe ya şer da Rojava û her roj cenaze tên.

'Em her roj tevlî merasîma cenazeyan dibin'

Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya 60 salî lawek wê şehîd e û ji dema avakirina Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê heya niha bênavber dixebite. Emîne Ozbek destnîşan kir ku projeya avakirina Dayîkên Aştiyê pirojeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Em her roj beşdarî merasîma cenazeyan dibin. Ev bandorek gelek mezin li ser me dike. Ji ber dayîkên aştiyê hemûyan jî zarokên xwe winda kirine û êşên gelek mezin kişandine. Li gel hemû êşên me kişandine jî her roj em beşdarî merasîma cenazeyan dibin, ev ji bo me gelek giran tê."

'Berê polîtîkayên xwe yên şer dane Rojava'

Emîne anî ziman ku di sala 2012'an de agirbesta du alî hat destpêkirin, li gel wê jî her roj cenaze tên û wiha domand: "Dewlet pêvajoya çareseriyê napejirîne. Ev pêvajo anîn rewşek wiha ku êdî cenazeyên wan nayên. Berê hemû polîtîkayên xwe yên şer dan Rojava. Her roj cenazeyên me ji Rojava, Şengal û Kobanê tên. Hinek rojan 4, hinek rojan 6, hinek rojan 12 cenaze tên. Em weke endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê her peyama ku ji bo me tên, em bi tirsa 'Gelo agahiya cenazeye ye?' nêz dibin. Em her roj van hestan dijîn. Hemû cîhan dizane ku Tirkiye alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dike."

'Cenazeyên me ji berê zêdetir tên'

Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Sultan Aksoy ya 76 salî ku lawek wê şehîde û bi xwe jî 10 salin di xebatên Meclisa Dayîkên Aştiyê de cîh digire jî gotinên Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ên weke "Êdî cenaze nayên Tirkiyê" bi bîr xist û wiha pê de çu: "Wek Dayîkên Aşitiyê em di şertên pir zor de dixebitîn. Li gel êşên me kişandine jî bi dehan car em rastî tûndiya dewletê hatine, lê me dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Dibêjin pêvajoya çareseriyê lê ji berê zêdetir cenazeyên me tên û roj nîne em ne li merasîma cenazeyan bin. Çî dibe bila bibe têkoşîna me ya bi ked û bedelên mezin hatine roja îro em ê dest jê bernedin û ji niha û pê de zêdetir bi hêz bikin. Li gel her tiştî jî em dibêjin aştî."

'Berê şer dan Rojava û Şengalê'

Endama Meclisa Dayîkên Aşitiyê Hanim Atli ya 64 salî jî wiha sedemên beşdariya xwe ya nava Dayîkên Aşitiyê anî ziman: "Em dinêrin li gel pêvajoya çareseriyê heye lê her roj cenazeyên me tên. Her kes baş dizane li cihekê şer bi dawî kiriye, li cihek din dane destpêkirin. Mînaka vê ya herî li ber çavan Rojava û Şengal e. Lê bila baş bizanin ku em gel^Kurd êdî bi qetilkirinê nayên qedandin. Şehîdên min û gerilayên min nîne. Lê zarokên vî gelî hemû yek in. Her ewladek me yê şehîd dibe kezeba me dişewitîne. Em ziman, nasname û axa wan naxwazin. Em ziman û nasnama xwe dixwazin. Kalikên me jî di şerê Çanakkalê de şer kirin û canê xwe dan. Em jî biratî û wekheviya Kurd û Tirkan dixwazin. Bese êdî ji rijandina xwîna ciwanan re."

(zt/ch)