Jinên Qamişlo komkujiya Kobanê şermezar kirin

09:09

Rûksen Efrîn/ JINHA

QAMİŞLO - Jinên bajarê Qamışlo ya giredayê Kantona Cizirêye, komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya ku di meha pîroz de li Kobanê kirine bi tundî şermezar kirin û gotin, "DAIŞ ser navê Islamiyêtê derketiyê holê lê belê tu giredanên wan a bi Islamiyêtê ve tûneyê."

Jinên bajarê Qamişlo li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya di meha Remezanê de li Kobanê pêkhatî bi tundî bertek nîşan dan û şermezar kirin. Jina bi navê Emine Omer da diyar kirin ku: "Çeteyên hov DAIŞ, xwe bi nave islamê dide naskirin û şer dike, ev yek heya dawiyê derewe. Tu giredanekî DAIŞ'ê bi Islamiyetê re tune ye. Di vê meha Remezan a pîroz de em wek Kurd hemû bi rojîne. DAIŞ bi navê İslamê rabuye û gelê me ya ku bi rojiye di qetilaman re derbas dike. Li Kobanê nêzî 300 jin, zarok, kal û ciwan serê wan jêkirin. Gelê Kobanê gelekî bi rûmet û têkoşêr e. Ew komkujiyê ku di vê meha pîroz de pêk anîne em lanetê lê tînin. Pêwîste ku hemû dewletên navnetewî vê komkujiyê nepejrîne û şermezar bike. Ji bo têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ'ê pêwîste her kes tiştên ku dikeve ser milên wan bi cih bîne û bi erkê xwe yê mirovatiyê rabe ser piyan."

'DAIŞ bi navê İslamê diçe li mizgeftan êrîşên întîharî pêk tîne'

Bihê Mirad jî diyar kir ku: "Çeteyên DAIŞ'ê li Tunus, Fransa, Kuweyt û Misirê jî teqîn pêk anîne. Xwe wek rêxistinek Îslamî bi navdikin, lê diçin êrîşê întîharî li mizgeftan dikin. Ev yek bi serê xwe nakokiyek mezine."

'Rêgezên şêr ji henê'

Kewser Hisên jî der barê vê mijarê de axivî û wiha got: "Di nava hemû cîhanê de rêgezên şer hene. Lê ew çeteyên hov ên DAIŞ'ê bi navê Îslamê şer dikin û yek rêgezên mirovahî pêk naynin. Serê mirovan di xew de jêdikin, ne dibejin jin e, ne dibejin zarokin hemuyan dikujin, serjê dikin. Di Îslametiyê de ev tişt tuneye. Îslamên rast ji bo mirovên xizan dibin alîkar. Ev ne Îslamtiye ez wan bi tundî şermezar dikim."

Kewser axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di mehek wiha pîroz de komkujiyê pêk tînin. Bi navê Îslamê dixweze herderê dagir bike. Ji ber vê êrîş dibe ser Kobanê, Hesekê û bajarên Kurdan. Kesên ku bi Îslamê bawer dikin wek çeteyên DAIŞ'ê êrîşê nabe ser camî û cihên pîroz û nirx dide civakê. Weke çeteyan serê zarokan jê nakin navêjin hemêze dayikên wan. Buyerên ku pêkhatin em gelek êşandin. Li Kobanê, Hesekê û Girê Spî sivîlan dan ber xwe û bi îşkencê qetilkirin. Dixwezin Kurd tune bikin tû carî hêza wan wê têrî vê neke.''

(rb/rc/ch)