'Em ê wek jinên Elewî têkoşîna xwe berdewam bikin'
09:12
JINHA
STENBOL - Nûnera Beşa Jinan ya Dergaha Garipdede Aylin Firat diyar kir ku wê jinên Elewî lêgera mafê xwe berdewam bikin û got: "Em ê li hember hemû neheqiyan bisekinin. Dema ku jin hişmendiya xwe pêş bixînin dê jiyana nifşên nû jî bitenduristî be."
Li Tirkiyê êrîşên ser Elewiyan di her pêvajoyê de xwe nîşan dide. Li hember newekheviya zayendî, nijadî û baweriyan endamên Beşa Jinan ya Dergaha Garipdede têkoşîna xwe bilind dikin. Nûnera Beşa Jinan ya Dergaha Garipdede Aylin Firat da zanîn ku dê li hember neheqiyên ser jinan tên kirin bêdeng nemînin. Aylin destnîşan kir ku ji ber wê jî divê jinên Elewî lêgerîna mafên xwe berdewam bikin.
'Ji bo jinên Elewî pêşbikevin em têkoşînê didin'
Aylin behsa Beşa Jinan ya Dergaha Garipdede jî kir û anî ziman ku ew ji bo pêşxistina zanînê û parastina cewheriya jinên Elewî dixebitin. Aylin bi lêv kir ku bi şêwirmendiya jinan wê rêxistinbûna xwe mezin bikin.
'Qetilkirina jinan bi Ozgecan dawî nebû, berdewam dike'
Aylin di biniya qetilkirina Ozgecan Aslan û Cansu Kaya de qirkirinên jinan jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: "Dibe ku niha jî jinek tê qetilkirin. Lê em ê desturê nedin van qirkirinan. Em dixwazin dewlet û siyaset pêşî li van qirkirinan bigirin. Em dixwazin bi girêdayina vê mijarê xebatên xwe berdewam bikin. Me got bila Ozgecan dawî be, lê qetilkirina jinan bi Ozgecan dawî nebû, berdewam dike mixabin.''
'Di civaka desthilatiya mêran de pirsgirêkên jinan çareser nabe'
Aylin destnîşan kir ku divê di mijara qetilkirinên jinan de hemû jin zêdetir baldar bin û divê di meclisê de li ser pirsgirêkên jinan nîqaş bê kirin. Aylin da zanîn ku di hemû navendên jiyanê de pirsgirêkên jinan hene, ev pirsgirêk li her deverên cîhanê de hene lê di mijara çareseriyê de Tirkiye pir kêm dimîne û got: ''Di civaka desthilatiya mêran de pirsgirêkên jinan çareser nabe'
Aylin balkişand ser di temenê biçuk de zewaca zarokên keç û newekheviya zayendî û wiha axivî: ''Heger zarokên keç û xort tên mezinkirin divê ev bi awayek wekhev be. Di vî warî de berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê dayîkan.'' Aylin destnîşan kir ku divê jinên Elewî beşdarî rêxistinên dibiniya Cemeviyan de tên pêşxistin bibin û bang li jinên Elewî kir ku alîkariya jinên di rêxistinên biniya Cemeviyan de tên pêşxistin dibin bikin û tevlî têkoşîna wan bibin.
(zt/ch)