Bazara Seyar ji bo jinan bû qada îstihdamê
10:05
JNHA
AMED - Bazara Jinan a Seyar ji alî Şaredariya Rezan ve hate avakirin û tenê jin li vir dixebitin. Gûlfer Coşkun a Gerînendeya Bîrîma Jin û Malbatan a Şaredariya Rezan e anî ziman ku ev bazar li Tirkiyê yekemîne û axaftina xwe wiha domand: '' Bi vekirina Bazara Jinan armanca me ew e ku em karibin ji bo jinan qadên îstihdamê yên nû vebikin. Niha di nava 2 salan de ji 160 jinan re derfeta kar hatiye afirandin.''
Bazara Jinan a Seyar, berî 3 salan li Amedê ji alî Şaredariya Rezan ve wek projeya şaredariyê hatibû amade kirin û di nava 2 salan de ji bo 160 jinan qada îstihdamê da vekirin. Bazara Jinan a Seyar her hefte rojên Duşem û Sêşeman de li Semta Bazara Jiyan a Jinan tê dayin û roja Çarşemê jî li Taxa Bagcilar a li alî Zûmrût Kentê ye tê li dar xistin. Bazar, rojên Pêncşemiyê li Cadeya AVEA, rojên Înî li paş vîllayên Hamravat û rojên Şemiyê jî li Cadeya Orhan Dogan tê danîn. Gûlfer Coşkun a Gerînendeya Bîrîma Jin û Malbatan a Şaredariya Rezan e, der heqê projeya Bazara Jinan a Seyar ku pêşî wek Bazara Semtekî westar dest pê kiribû û piştre veguherî bazara seyar axivî û da zanîn ev bazar bi taybetmendiya xwe li heremê seretayî ye û axaftina xwe wiha domand: '' Armanca me ya avakirina vê bazarê ji bo afirandina îstihdamên nû ne. Ev qada ku ji alî mêran ve hatiye dorpêçkirin, em dixwazin ku jin jî jê sudê wergirin û li vir bingeha xizmetê ji wan re were vekirin ku ji dahatuya vê qadê ew jî payekî bi dest bixînin.
' Jin xwe bi rêxistinkirinê dê bigihîjin asta kooperatîfî'
Gûlfer da xuya kirin ku jin, bi daxwaza bazara seyar ev 3 salin serî li wan dide û wiha axivî: '' Li bazara me niha nêzî 160 dezgeh cîh digre. Ev jî tê wê wateyê ku 160 malbat debara xwe ji vir dike. Jin xwe bi rêxistinkirinê dê bigihîjin asta kooperatîfî jî û ji bo berdewamiya vê teşwîqên me yê ji bo jinan jî dê bidomin.''
Hanım Dogan ya di Bazara Jinan de dixebite anî ziman ku li bazarê ji alî aboriyê de sudê werdigrin û axaftina xwe wiha domand: '' Em berhemên xwe li vir difroşin û him madî, him manewî ji her alî de em sudê ji vir digrin. Jinên ku tên bazarê bi awayekî rihet danûstendina xwe dikin, bi me re sohbetê dikin. Mêrên ku ji bo danûstendinê tên jî dema me dibînin hinek bi matmayî dimînin.''
' Xebata me ya bazarê bersiva gotinên ' Hun nikarin bikin ' e'
Saniye Ateş ya di bazarê de dixebite anî ziman ku ji dema dest bi şixula bazarê kiriye nêzîkatiya hevserê wê ya hemberî wê jî guheriye û got: '' Hevserê min berê pir bi min de dixeyidî lê niha wisa nêz nabe. Ez êdî perê xwe qezenç dikim û ji hevserê xwe naxwazim. Ev bazara ji bo jinan hate vekirin ji ber vê pir baş bû. Lewre mêr jî nikarin li vir bixebitin û hate diyar kirin ku jin jî dikarin hemû karan de bixebitin. Xebata me ya bazarê jî bersiva gotinên mêran ya ' Hun nikarin bikin ' e.''
(ch)